Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî
Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand ku Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî civiyan.
Ev hevdîtin piştî peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo desthilatdarên Îraqê tê.
Trump hişyarî dabû ku eger Nûrî Malîkî careke din bibe serokwezîr, ew dê alîkariya welatê xwe ya ji bo Îraqê rawestînin.
Ev yekem civîna rayedarên Amerîkayî ye ku piştî wê hişyariyê ji bo Malîkî re pêk tê.
Hewldana Malikî ya ji bo baweriyê
Li aliyê din, Nûrî Malîkî çend roj berê wekî hewldanekê ji bo dayîna baweriyê ji Amerîkiyan re daxuyaniyek dabû.
Malikî diyar kiribû ku eger ew bibe serokwezîr, ew hemû aliyan piştrast dike ku dê çek tenê di destê dewletê de be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse