Hadî Amirî: Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Îraqê ber bi çareseriyê ve diçin

28-04-2024
RÛDAW
Hadî Amirî / Wêne: Rûdaw
Hadî Amirî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hadî Amirî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Nebinî Hadi Amirî diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê ji bo bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gelekî girîng e.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Serokê Hevpeymaniya Nebinî Hadî Amirî re civiya.

Hadî Amirî li ser civîna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re ji Rûdawê re axivî û got:

“Amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê di civînên birêvebirina dewletê de gelekî girîng e.

Armanca seredana Serokê Herêma Kurdistanê bihêzkirina pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ye.

Ew pirsgirêkên hene jî roj bi roj ber bi çareseriyê ve diçin.”

“Nêçîrvan Barzanî dê pêkanîna hilbijartinan diyar bike”

Hadî Amirî di berdewamiya axaftina xwe jî de behsa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî kir û da zanîn ku dê Serokê Herêma Kurdistanê roja pêkanîna hilbijartinan diyar bike.

Amirî herwiha amaje bi wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî li wê yekê difikire ku roja hilbijartinê ya ku bê diyarkirin ji aliyê hemû aliyan ve were pesendkirin.

“Nêçîrvan Barzanî dê bi rêkûpêk beşdarî civînan bibe”

Hadî Amirî li ser naveroka civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê got:

“Divibû Kak Nêçîrvan beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bibûya. Ez difikirim ku ev pir girîng e.

Du hefte berê civîneke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê hebû û beşdar bû.

Duh civînek ji bo guftûgokirina hemû mijarên serekî yên welêt hat lidarxistin.

Tevî ku civîna vê dawiyê taybet bi encamên serdana Serokwezîr Mihemed Şîya Sûdanî ya ji bo Amerîkayê û serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Bexdayê bû.

Bi Kak Nêçîrvan re lihevkirinek hat kirin ku bi awayekî birêkûpêk beşdarî civînan bibe.

Kak Nêçîrvan bi mebesta bihêztirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî çendîn hevdîtin bi hêzên siyasî re pêk anîn.

Spas ji bo Xwedê ev pirsgirêk roj bi roj ber bi çareserkirinê ve diçin. “

“Pirsgirêka mûçeyan dê were çareserkirin”

Hadî Amirî li ser pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî wiha got:

“Karê bankayî bi dawî bûye û ev biryara Dadgeha Bilind a Federalî ye, bi îzna Xwedê dê were çareserkirin û mûçe bigihêje karmendên Herêma Kurdistanê wekî ku digihêje karmendên her dezgeheke hikûmetê.”

Hadî Amirî li ser pirsgirêka Serokê Parlementoya Îraqê jî axivî û wisa got:

“Serokê Parlementoyê mafê pêkhateyên Sune ye û em rêzê li biryara wan digirin.

Em hêvîdar in ku birayên me yên di nava pêkhateya Sune de bigihin rêkeftinekê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.

Amadebûna serokê parlamentoyê di vê dema hestiyar de gelekî pêwîst e û pêwîstiya me bi serokekî parlamentoyê heye ku karibe kar û xebatên parlamentoyê bike.

Nêçîrvan Barzanî doh çû Bexdayê û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.

Herwiha bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.

Nêçîrvan Barzanî îro jî bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwertiya Îraqê Faiq Zêdan, Serokê Dewleta Yasayê Nûrî Malikî re jî civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst