Nakokiyên serokwezîrtiyê: 'Malîkî tawîzê nade, Sûdanî jî rêyeke din qebûl nake'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî Nûrî Malîkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aliyên Çarçoveya Hevahengiyê li ser diyarkirina namzedê serokwezîrê Îraqê li hev nakin.

Selam Zubêdî Berdevkê Hevpeymaniya Nesrê ya ku Heyde Ebadî serokatiya wê dike dibêje, Nûrî Malîkî tawîzê nade Mihemed Şiya Sûdanî û Sûdanî jî bi rêçareyeke din razî nîne.

Namzedê serketî yê Hevpeymaniya Avedankirin û Bipêşxistinê ku Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya wê dike Beha Erecî, îro ji Rûdawê re ragihand ku du namzedên sereke ji bo wergirtina posta serokwezîriyê hene ku ew jî Mihemed Şiya Sûdanî û Nûrî Malîkî ne.

Beha Erecî got, "Sûdanî û Malîkî xwediyê hêza herî mezin a nav Çarçoveya Hevahengiyê ne, loma ne guncav e ku yek ji wan her duyan nebe namzed û kesekî din were diyarkirin."

Derbarê awayê diyarkirina namzedê serokwezîriyê de Erecî wiha anî zimên:

"Diyarkirina namzed dê ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ve be, êdî bi lihevkirin û lihevtêgihiştinê be yan jî bi dengdanê be."

"Em li benda Kurdan in"

Beha Erecî diyar kir ku ew li benda aliyên Kurdan in û wiha axivî:

"Niha em li benda birayên xwe yên Kurd in ku pirsa serokkomar çareser bikin, da ku em jî piştî wê biryara dawî li ser serokwezîr bidin."

Li aliyê din Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Eqîl Fetlawî ji Rûdawê re got:

"Diyarkirina serokwezîr li nav Çarçoveya Hevahengiyê dê bi lihevkirin û lihevtêgihiştinê be, ne bi dengdanê."

Fetlawî jî zanyariya Beha Erecî piştrast kir û wiha pê de çû:

"Du namzedên herî diyar birêz Nûrî Malîkî û Birêz Sûdanî ne. Şansê wan zêdetir e ji bo ku bibin serokwezîr."

"Ne Malîkî tawîzê dide ne jî Sûdanî bi rêçareyeke din razî ye"

Berdevkê Hevpeymaniya Nesrê ya ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike Selam Zubêdî ji Rûdawê re ragihand ku Heyder Ebadî jî namzed e ji bo wergirtina wê postê.

Selam Zubêdî got, "Malîkî û Sûdanî bi xwe ji aliyê partiyên xwe ve ji bo wê postê hatine namzedkirin.

Lê birêz Ebadî wekî rêçareya navend ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ve hatiye pêşniyarkirin."

Berdevkê Hevpeymaniya Nesrê wiha berdewam kir:

"Ne Malîkî amade ye tawîzê bide û razî bibe ku Sûdanî bibe serokwezîr, ne jî Sûdanî bi wê rêçareya navendî razî ye ku Çarçoveya Hevahengiyê pêşniyar kiriye.

Loma eger hevkêşî wiha berdewam bike, dibe ku ji bilî wan kesekî din were hilbijartin ku yê herî bihêz Hemîd Şetrî ye."

Hemîd Şetrî Serokê Dezgeha Îstixbarata Îraqê ye.

Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî ji bo sê rojan deriyê xwenamzedkirinê ji bo posta serokkomariyê vekir.

Li gorî destûrê, divê di nava 15 rojan de parlamento serokkomar hilbijêre, piştî wê jî serokkomar fraksiyona mezin a parlamentoyê ji bo diyarkirina serokwezîrê nû erkdar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst