Şer û Barrack rewşa herêmê gotûbêj kir

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Thomas Barrack Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û ûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack hevkariya dualî û rewşa herêmê gotûbêj kirin.

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Sûriyeyê di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî amade bû.

Di civînê de rûdanên herêmî û derfetên hevkariya hevpar hatin gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku her du alî plan dikin ku di pêvajoya bê de têkilî û hevdîtinên xwe bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst