Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Şama paytexta Sûriyeyê şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêşwazî kir.
ENKSyê li ser civînê daxuyanî da û diyar kir ku ev hevdîtin nîşaneya zêdebûna bandora siyasî ya ENKSyê û rola wê ya sereke ya di temsîlkirina Pirsgirêka Kurdan de ye.
Li gorî daxuyaniyê aliyan di civînê de teqezî li ser pêdiviya naskirina destûrî ya gelê Kurd wekî şirîkekî resen ê Sûriyeyê kir.
Di hevdîtinê de misogerkirina mafên neteweyî, siyasî û çandî yên Kurdan hat gotûbêjkirin.
Aliyan destnîşan kir ku divê prensîba şirîkatiya niştimanî ya rasteqîn were çespandin û taybetmendiyên gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî, pirreng û demokratîk de werin parastin.
ENKSyê eşkere kir ku aliyan li ser rêyên vekirina diyalogeke siyasî ya cidî axivîn.
Hat diyarkirin ku divê Pirsgirêka Kurdan wekî pirsgirêkeke niştimanî û adil di her çareseriyeke paşerojê ya Sûriyeyê de di cihê xwe yê rast de were dîtin û nabe were piştguhkirin.
#WÊNE - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêşwazî kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 2, 2026
📸Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê pic.twitter.com/NWnFso9Tpr
Şeybabnî: Mafên Kurdan dê bên parastin
Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser civînê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê aliyan di hevdîtinê de yekparçeyiya axa Sûriyeyê gotûbêj kir.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê teqezî li ser mafên welatiyên Kurd ên li Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku divê prensîba welatîbûna wekhev were xurtkirin.
Şeybanî her wiha anî zimên ku divê taybetmendiyên çandî û civakî yên Kurdan di nav Sûriyeyeke yekgirtî de werin parastin.
Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, civîna di navbera şandeya ENKSyê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê de zêdetirî 2 demjimêran domand.
Çavkaniyekê ji ENKSyê derbarê naveroka hevdîtinê de ji Rûdawê re ragihand ku civîn "serkeftî" bûye.
Şandeya ENKSyê di civînê de biryarnameya serokkomariyê ya hejmar 13 wekî pêngaveke giring a ji bo bidestxistina mafên Kurdan nirxand û pêşwazî kir.
Ev biryarname wekî derfetekê tê dîtin ku Kurdên li Sûriyeyê bigihin mafên xwe yên rewa.
Şandeya ENKSyê ji Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl, Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif, Endamên Serkirdayetiya ENKSyê Fesla Yûsif, Silêman Oso û Nimêt Dawid pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse