Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo bicihanîna "Peymana 10ê Adarê" îradeyeke cidî nîşan nedaye.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî got, "Dewleta Sûriyeyê dê li herêma Cizîrê be."
Danê sibehê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bi serdaneke fermî çûbûn Şamê.
Eshed Hesen Şeybanî li Koşka Gel a li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re civîneke çapemeniyê li dar xist.
Şeybanî diyar kir ku HSDyê Peymana 10ê Adarê pêk neaniye û got:
"Derbarê entegrasyona bakurê rojhilat de mixabin me ji HSDyê ti îrade nedît. HSDyê gaveke şênber neavêtiye û polîtîkaya mijûlkirinê dişopîne."
Mijarên hevdîtina bi Tirkiyeyê re
Şeybanî da zanîn ku di hevdîtinên Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ên li gel şandeya Tirkiyeyê de gelek mijar hatine gotûbêjkirin.
Di serî de rakirina sizayên (cezayên) Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê, hevkariya aborî û bazirganî, xurtkirina hevkariya istixbaratî û leşkerî û vegera penaberan hatine nirxandin.
Her wiha têkoşîna li dijî DAIŞê û bipêşxistina vîzyoneke hevpar a ji bo Rojavayê Kurdistanê jî di rojevê de bûne.
Pêşniyara leşkerî û bersiva HSDyê
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê û diyar kir ku Wezareta Parastinê pêşniyarek amade kiriye û wiha axivî:
"Ev pêşniyar ji aliyê Wezareta me ya Parastinê ve hatiye amadekirin û bersiva aliyê din doh gihişt destê me."
Şeybanî destnîşan kir ku ew bersiv bi hûrgilî tên lêkolînkirin û wiha pê de çû:
"Em dê giringiyeke zêdetir bidin herêma Cizîrê, dewleta Sûriyeyê dê li wir be."
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê eşkere kir ku armanca wan ew e ku entegrasyon bi awayekî fiîlî pêk were, yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin û rê li ber perçebûnê were girtin.
Şeybanî teqez kir ku ew rê nadin îmtiyazên îdarî yên ku zererê bidin serweriya Sûriyeyê û ew dê di demeke nêzîk de bersiva fermî bidin aliyê Amerîkayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse