Li Sûriyeyê teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene

02-07-2025
RÛDAW
Nîşan Hema Îdlib Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Cibrînê yê parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê di encama şewitîna tankereke sotemeniyê de teqîneke mezin rû da.

Di encama teqînê de gelek sivîl mirin û birîndar bûn.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê, li gundê Cibrînê yê Hemayê di teqînê de ku ji ber tankereke sotemeniyê rû da hejmarek sivîl mirine û birîndar bûne.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku piştî teqînê tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, piştî teqîna li Hemayê, li navçeya Fûayê ya parêzgeha Îdlibê jî dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Piştî teqîna ku tê texmînkirin li depoyeke cebilxaneyê çêbûye, ji cihê bûyerê dûmana spî û reş bilind bû.

Heta niha sedema teqînan ne diyar e û derbarê teqîna Îdlibê ti daxuyaniyên fermî nehatibe dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst