Rebih Munzir: Hêzên Ewlehiya Giştî û polîs derbasî Ceremanayê bûn

03-03-2025
Nalîn Hesen
 Rebih Munzir bû mêvanê Nalîn HesenêWêne: Rûdaw
Rebih Munzir bû mêvanê Nalîn HesenêWêne: Rûdaw
Nîşan Rebih Munzir Ceremana Sğrıye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komeleya Karê Sivîl a Ceremanayê Rebih Munzir ji Rûdawê re ragihand ku rewş li bajarokê Ceremane yê li Şamê aram e û şevê din Hêzên Ewlehiya Giştî yê hikûmeta Sûriyeyê derbasî wê navçeyê bûne.

Endamê Komeleya Karê Sivîl a Ceremanayê Rebih Munzir beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û derbarê rewşa Ceremanê bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.

Hêzên Ewlehiya Giştî  derbasî Ceremanayê bûm

Rebih Munzir, ragihand ku piştî 48 demijmêran ji aloziyan, bi destwerdana kesayetî û rûspiyên Ceremanayê û danûstendinên bi hikûmeta Sûriyeyê re, şev in 2yê Adarê Hêzên Ewlehiya Giştî  û Yekîneyên Polîsan derbasî wî bajarokê bûn.

Her wiha Munzir da zanîn ku niha ewlehiya Ceremanayê ji aliyê hêzên Polîsan û xelkê navçeyê ve bi hevbeşî tê parastin û damûzdeghên xizmetguzariyê jî karên xwe berdewam dikin.

Rebih Munzir dide zanîn ku Hêzên Ewlehiya Giştî û Yekîneyên Polîsan li Baregeha Navendî ya Polîsan a Ceremanayê bi cih bûne û ew navend çalak kir û bi hevbeşî  li gel xelkê navçeyê parastina ewlekariyê dikin.

"Aliyan li hev kir"

Roja 2yê Adarê di navbera rûspiyên bajarokê Ceremanayê û nûnerên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de ji bo bidawîanîna aloziya li wî bajarokê danûstendin hatin kirin.

Rebih Munzir der barê encamanên van danûstandinan eşkere kir ku her du aliyan li ser van xalên wekî karê hevbeş û parastina ewlehiyê bi awayekî hevbeş û vegera rewşa asayî ya Ceremaneyê li hev kiriye.

"Komên çekdar li Ceremanayê nînin"

Li ser hebûna komên çekdar ên bajarokê Ceremanayê û daxwaza radestkirina çekên wan ji bo hêzên ewlehiya giştî, Rebih Munzir dibêje ti komên çekdar li bajarokê wan nîne ku daxwaz ji wan bê kirine çekên xwe radest bikin lê ewa ku hebû xelkê sivîl parastina mala û milkên xwe bi awayekî xwebexşî dikir û di bin ti navî de nebû.

1ê Adarê li bajarokê Ceremanayê ku piraniya nişteciyên wê Durzî ne alozî derket.

Munzir li ser sedema wan aloziyan got, “Tişa ku çêbû rewşeke kesî bû, çend çekarên nenas êrişî otombîlekê kir û kesek kuştin û du kesên din jî birîndar kirin, piştî alozî zêdetir bû.

Xelkê Ceremanayê û rûspiyên wê kar li ser dîtina wan kesan dikin û daxwaz dikin ku bêne girtin."

Her wiha Munzir dide zanîn ku ti girêdanek di navbera wan aloziyan û rewşa parêzgehên başûrê Sûriyeyê yîn wekî Siweyda, Deraa û Quneytrayê nîne.

Li ser taybetmedniyên bajarokê Cermane û hejmara nişteciyên wê, Rebih Munzir got: "Ceremana bajarekî hemarenge û xelk ji pêkhate û parêzgehên cuda yên Sûriyeyê lê dijîn.

Hejmara nişteciyên wê zêdetirî 1 Milyon kesî ye. Bajarê me bi pêkvejiyanê navdar e".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst