Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê bajarê Quneytrayê yê Sûriyeyê bi operasyonekê 7 Sûriyeyî desteser kirin.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Sûriyeyê El Îxbariyeyê, artêşa Îsraîlê ketiye bajarokê Cubeyde el-Haşabê yê li bakurê Quneytrayê ku dikeve nava herêma bêşer a li Girên Golanê.
Leşkerên Îsraîlê di biserdegirtina li vir de 7 kes desteser kirine.
Artêşa Îsraîlê derbarê mijarê ti daxuyanî nedaye.
Berê jî operasyon hatibû kirin
Artêşa Îsraîlê 1ê Tebaxê jî li herêma Haderê ya li başûrê Sûriyeyê bi awayekî hevdem operasyon li ser çar cihên cuda pêk anîbû.
Artêşa Îsraîlê gotibû, “Hêzên me piştî şopandina îstixbaratê û lêkolîneke kûr a meydanî, bi awayekî hevdem bi ser 4 navnîşanan de girt da ku lêpîrsîna gumanbarên qaçaxtiya çekan li herêma Haderê ya başûrê Sûriyeyê bikin.
Di encamê de hêzên me dest danî gelek çekên qaçax.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse