Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Şama paytexta Sûriyeyê li Taxa Ceramaneyê di navbera hêzên ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê û komeke leşkerî ya girêdayî Durziyan de pevçûn derket û di pevçûnan de 2 kes hatin kuştin.
Li gorî AAyê li Taxa Ceramaneyê ku nêzîkî 8 kîlometre dûrî navenda Şamê ye û bi piranî Durzî lê dijîn, di navbera Durziyan hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê de pevçûn derket.
Li gorî zanyariyan ji ber pevçûnan 2 kes hatin kuûtin û 8 kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ji bo taxê hêzên leşkerî yên piştevaniyê şandin herêmê û tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Piştî pevçûnan tirs û dilgiranî bi xelkê sivîl re çêbû
Li gorî çavkaniyên herêmê piştî ku pevçûn derketin, li Taxa Ceramaneyê di nav xelkê sivîl de tirs û dilgiranî çêbû.
Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîrên leşkerî yên zêdetir wergirtine û operasyonek li taxê dest pê kiriye.
Pevçûn çima derket?
Şêxên Durziyên Siwêdayê diyar dikin ku ew serweriya Şamê qebûl nakin û dê destûrê nedin hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bên herêmên wan.
Hr wiha Taxa Ceramaneyê ya li Şamê taxa Durziyan e û demeke dirêj e di navbera wan û Hikûmeta Sûriyeyê de alozî hene.
Berpirsê Sûriyeyê jî eşkere dikin ku ji bilî hêzên fermî hebûna ti hêzeke din li nav Sûriyeyê qebûl nakin.
Ev pevçûn wekî nîşaneya aloziyên etnîkî û mezhebî yên li herêmê hat nirxandin û gumana wê yekê tê kirin ku pevçûn belav bibin.
Êrişên komên çekdar ên Hikûmeta Sûriyeyê yên dijî Elewiyan û pevçûnên di navbera hêzên Hikûmetê û Durziyan wekî pêleke nû ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê tê dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse