Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê cara ewil hilbijartinên "Meclisa Gel" tên kirin. Siwêda û Rojavayê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan nabin.
Sûriye ji bo avakirina parlamentoya xwe ya yekem a piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, dengdanekê li dar dixe.
Hilbijartinên ku dê tenê delegeyên taybet dengê xwe tê de bidin, saet 09:00an dest pê kir.
Her çi qas ji aliyê beşdarî û berfirehiyê ve cihê nîqaşê be jî, ev gav wekî qonaxeke girîng a pêvajoya veguhêz tê dîtin.
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necme diyar kir ku ji bilî Reqa û Hisîçayê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de û Siwêdaya ku Durzî lê zêde ne, dê li 10 parêzgehên din li 50 herêmên hilbijartinan, hilbijartinên Meclisa Gel li ser bingeha nûnertiyê werin kirin û dê ji aliyê Yekîtiya Parêzerên Sûriyeyê û saziyên çapemeniya xwecihî ve werin şopandin.
Gel dê Meclisa Gel hilnebijêre
Hilbijartin dê bi şêweya dengdana gel nebin û li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, 6 hezar delege dê du-sêyeka parlamentoya 210 kursî diyar bikin.
Li gorî amarên nifûsê yên 2011ê, ji 210 parlamenteran, plan ew e ku 140 ji wan ji aliyê komîsyonên jêrîn ve werin hilbijartin û yên mayî jî dê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve werin tayînkirin.
Di hilbijartinan de 1574 namzed dikevin pêşbirkê.
Şer garantî da lê fikar zêde ne
Ehmed Şer di axaftina xwe ya li Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de garantî da ku rêzê li mafên kêmîneyan bigire û hikûmeteke berfireh ku pêkhateya etnîkî û olî ya Sûriyeyê nîşan bide ava bike.
Çavdêrên siyasî rexne dikin ku bi hilbijartinên ku dê werin kirin, nûnertiyeke demokratîk a rastîn pêk nayê.
Ji ber fikarên ewlehiyê û nebûna di bin kontrola birêvebiriya navendî de, hinek herêm û komên kêmîneyan ji hilbijartinan tên dûrxistin.
Bi milyonan Sûriyeyiyên ku li derveyî Sûriyeyê dijîn jî nikarin beşdarî avakirina parlamentoya nû bibin.
Her wiha parlamenter rasterast ji aliyê gel ve nayên hilbijartin û sêyeka parlamenteran rasterast ji aliyê Şer ve tê tayînkirin.
Parlamenterên mayî jî ji aliyê komîteyên herêmî û desteyên hilbijartinan ên di bin çavdêriya Komîsyona Hilbijartinan de ku ew jî ji aliyê Şer ve hatiye tayînkirin, tên hilbijartin.
Serokê Komîsyona Hilbijartinan Mihemed Taha Ehmed meha borî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji bo 50 herêmên hilbijartinan bi giştî 1578 kesan namzediya xwe ragihandiye û ji sedî 14ê namzedan jin in ku dike 221 namzed.
Ne diyar e ku ev hilbijartin dê li Sûriyeyê îstiqrara siyasî pêk bînin an na.
Li Reqa, Hisîça û Siwêdayê hilbijartin nayên kirin
Komîteya Bilind a ku ji hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê berpirsyar e, ragihandibû wan biryar daye ku hilbijartin li parêzgehên Reqa, Hisîça û Siwêdayê bên taloqkirin.
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê Newar Necme ji Rûdawê re gotibû:
“Li van sê bajaran heta ku jîngeheke ewlehiyê ya guncav were peydakirin, hilbijartin heta demeke nediyar hatine rawestandin.”
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 20ê Tebaxê biryarnameya hejmar 143yan a sala 2025an derxistibû.
Di biryarnameyê de hatibû diyarkirin ku hejmara endamên meclisê dê 210 be, sêyeka wê ji aliyê Serokkomar ve were tayînkirin û kursiyên din li gorî belavbûna nifûsa parêzgehan werin dabeşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse