Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê Mihemed Welî ragihand ku ji ber "rewşa siyasî ya neguncav" hilbijartin li piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê û parêzgeha Siwêdayê nayên kirin û kursiyên wan dê vala bimînin.
Mihemed Weliyê ku di heman demê de namzedê serbixwe ye beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Welî hilbijartinên ku îro tên kirin wekî xwedî "kêmasiyeke binyadî ya kûr" bi nav kirin û got ku ew nagihêjin asta daxwaz û hêviyên gelê Sûriyeyê.
Wî dîsa jî ev pêvajo wekî “gaveke pêwîst a di qonaxeke veguhêz de" pênase kir.
"Kursiyên Rojavayê Kurdistanê dê vala bimînin"
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê cara ewil hilbijartinên "Meclisa Gel" tên kirin lê Siwêda û Rojavayê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan nabin.
Mihemed Welî li ser vê mijarê got, "Îro hilbijartin li 11 parêzgehan û tên kirin da ku 121 endam ji bo Encûmena Gel werin hilbijartin."
Wî behsa sedemên lidarnexistina hilbijartinan a li beşeke herêmên Rojavayê Kurdistanê kir û got:
"Heta ku rewşeke siyasî ya guncav û vebûneke siyasî pêk were parêzgehên wekî Siwêda, Hisîça û Reqayê beşdarî hilbijartinê nabin.
Kursiyên wan ên li parlamentoyê dê li gorî amarên sala 2011an vala bimînin."
Endamê Komîteya Hilbijartinan her wiha da zanîn ku li hinek deverên di bin kontrola hikûmetê de hilbijartin dê bên kirin û got:
"Li Serê Kaniyê ku girêdayî parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ye ji ber ku di bin kontrola hikûmetê de ye dê ji bo kursiyekî hilbijartin bê kirin.
Her wiha li Girê Spî û Medanê jî ku girêdayî Reqayê ne, dê hilbijartin ji bo çend kursiyan bê encamdan."
"Nûnertiya pêkhateyan"
Divê were gotin ku di hilbijartinê de 1578 namzed hene û ji sedî 14ê wan jin in.
Di nav wan de kesekî Cihû yê bi regeznameya Amerîkayê yê bi navê Hênrî Hemra jî heye.
Sîstema hilbijartinê nerasterast e û ji sedî 33yê endamên encumenê ji aliyê serokê Sûriyeyê ve tên destnîşankirin.
Mihemed Welî derbarê vê yekê jî ev nirandin kir:
"Ev mekanîzma ji bo misogerkirina nûnertiyeke dadmend hatiye danîn.
Eger di hilbijartinan de di nûnertiya pêkhateyên neteweyî yên wekî Kurdan an jî jin û kesên xwedî pêdiviyên taybet de kêmasiyek çêbibe, serokomar dê van valahiyan bi destnîşankirina endaman tije bike."
Kurd, Elewî û Durziyan hilbijartin boykot kirine û li bajarên mezin ên Sûriyeyê jî bangaşeya hilbijartinê lawaz bû.
"Tenê li Îdlibê nêzîkî 10-15 namzedên Kurd hene”
Mihemed Welî hêviya xwe anî ziman ku Kurd wekî pêkhateyeke resen di parlamtoyê de cih bigirin û got:
"Tenê li Îdlibê nêzîkî 10-15 namzedên Kurd hene. Em hêvîdar in ku hevrêziyek di navbera wan de çêbibe da ku dengên wan belav nebin."
Mihemed Welî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku armanca dawî ew e ku Encumena Gel a nû karibe dest bi nivîsandina paşeroja Sûriyeyê bike û yasayên kevn ên serdema Beasê biguhere.
#VÎDEO - Hikûmeta Şamê hilbijartinan li dar dixe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 5, 2025
🎙️ Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Mihemed Welî ji Rûdawê re got:
🗨️ Hilbijartin li 11 parêzgehan tên kirin pic.twitter.com/iRpd4fBAf5
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse