Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a taxên Kurdan ên li Helebê ragihand ku nûçeyên derbarê agirbestê ne rast in û komên hikûmeta Şamê amadehiya êrişeke berfireh dikin.
Navenda Ragihandinê ya Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê, Şex Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniyek belav kir û tekez kir ku hewldanên wan ên ji bo gihîştina aramiyê bi ser neketine.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de got:
"Hêzên me tekez dikin ku hemû nûçeyên derbarê hebûna aramiyê (agirbest) li bajarê Helebê dûrî rastiyê ne.
Ev nûçe di çarçoveya xapandina bi zanebûn û xapandina raya giştî de ne ku tawanên komên Şamê kirine veşêrin."
"Amadehiya êrişeke berfireh dikin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber israra komên hikûmeta Şamê ya li ser aloziya leşkerî, hewldanên aramiyê bi ser neketine û anî ziman:
"Ew kom amadehiya êrişeke berfireh di saetên pêş de dikin, di demekê de ku topbaran û firîna dronan li ser taxan didome."
Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kir ku wan koman 4 êrişên li pey hev bi tank û wesayîtên zirxî pêk anîne.
Hat ragihandin ku Asayîşê bi piştgiriya şêniyên taxê ew êriş têk birine.
Asayîşê diyar kir ku şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê koçberiya bi zorê red dikin û got:
"Xelk tekezî li ser girêdana bi malên xwe û redkirina koçberiyê dikin, piştî wan tecrubeyên tal ên ku berê bi destê rejîma Beasê dîtibûn."
Aloziya li Helebê roja Sêşemê piştî ku komên hikûmeta Şamê dest bi topbarana giran a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir, dest pê kir.
Li gorî amarên dawî, di encama êrişên bi tank, top û dronan de herî kêm 7 sivîlan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.
Asayîşa Helebê berê ragihandibû ku hikûmeta Şamê ciwanên revandî wekî "mertalên zindî" bi kar tîne.
Serok Mesûd Barzanî hişyarî dabû ku "gefa paqijiya nijadî" heye û Serokê YNKyê Bafil Talebanî jî piştgiriya xwe ya ji bo Kurdên li Helebê nîşan dabû.
Fermandariya Giştî ya HSDyê jî red kiribû ku hêzên wan li bajêr hebin û hişyarî dabû ku ev şer dikare li tevahiya Sûriyeyê belav bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse