Li Laziqiyê zirardîtiyên erdhejê li stargehan hatine bicîhkirin

07-04-2023
RÛDAW
Sûriyê: Li Laziqiyê zirardîtiyên erdhejê li stargehan hatine bicîhkirin
Sûriyê: Li Laziqiyê zirardîtiyên erdhejê li stargehan hatine bicîhkirin
Nîşan Laziqiyê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ziyandîtên erdhejê li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê hîn jî bicîh nebûne û di stargeh û dibistanan de dimînin. Endamê Rêxistina El-Erîn Ramî Ruqeye dibêje di van salên borî de ji ber şerê navxweyî wan pêşwazî li koçberên navxweyî yên li parêzgehên din dikir lê ji ber erdhejê rewşa wan gelekî dijwar bûye. Piraniya ziyanmendên erdhejê nikarin xaniyên xwe nû bikin an jî xaniyekî bi kirê bigirin.

Li gorî amarên fermî yên Sûriyê di encama erdhejê de bêtirî 6 hezar û 700 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 14 milyon kesan ziyan dîtine.

Li bajarê Laziqiyê ye li peravên Sûriyê zirardîtiyên erdheja 6ê Sibatê ku xaniyên xwe ji dest dane li nav stargehekê hatine bicîhkirin.

Rêxistina el-Erîn a Mirovî Ramî Ruqeye anî ziman, “Li parêzgeha Laziqiyê di salên borî de, me pêşwazî li zerardîtiyên şer ên parêzgehên Reqa, Heseke û yên rojhilat û başûr dikir, lê niha piştî erdehj li ba me çêbû em pêşwaziyê li zerardîtiyên xwe dikin. Em xizmetguzariyan li gor rewşa kesên zerardîtî pêşkêş dikin, niha 54 ode hatine raxistin û bi lihêf û doşekan û firaxên midbexê hatine amadekirin.”

Hemû xelkê li vê sitargehê dimînin, her tişt ji dest dane, nikarin xaniyên xwe nûjen bikin an xaniyekî din kirê bikin.

Zirardîtiyê erdhejê Mihemed Ebdullah got, “Li ba me asteke bilind a hejariyê heye, ev jî ji ber dorpêça aborî ya ku Amerîkayê ferz kiriye. Me ji ber cezayan zeviyên xwe yên petrolê ji dest dane, pere li ba min  nîne daku zarokên xwe xwedî bikim an wan bişînim dibistanê, aboriya Sûriyê ji ber cezayan zêde xirab e, hejariya me di bin sifrê de ye.”

Li Sûriyê, li gor amarên fermî, ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an zêdeyî 6 hezar û 700 kesan canê xwe ji dest dane, 800 ji wan li Laziqiyê bûn. Nêzîka 14 milyon kesan zerar dîtine, 142 hezar ji wan li Laziqiyê bûn, û zêdeyî 3 milyon kes jî derbider bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst