Laziqiye dişewite: Bermahiyên şer rê li ber vemirandina agir digirin

07-07-2025
Dilxwaz Mihemed
Xebatên vemirandina agir /Wêne: Rûdaw
Xebatên vemirandina agir /Wêne: Rûdaw
Nîşan Laziqiye Agirê Daristanan Sûriye
A+ A-

Laziqiye (Rûdaw) - Daristanên parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê dişewitin lê bermahiyên şer rê li ber vemirandina agir digirin.

Ev çend roj in agir bi daristanên çiyayên derdora parêzgeha Laziqiyeyê, bi taybetî Çiyayê Tirkmenan ketiye û agir her ku diçe zêdetir û gurtir dibe.

Tîmên agivemirandinê bi hemû hêza xwe li ser rêyên dijwar hewl didin ku agir kontrol bikin.

Lê belê bayê bihêz û hebûna bermahiyên şer yên ku ji ber agirê bi berdewamî diteqin, karê van tîman zehmettir kiriye.

"Mezinahiya agiran nayê wesifandin"

Endamê tîma parastina sivîlan Eymen Natûr zehmetiya vemirandina agir wiha anî zimên, "Mezinahiya agiran nayê wesifandin.

Dema ku ba tune be, em wan vedimrînin û hemûyan vedimrînin, lê gava dîsa ba radibe, agir wekî ku me tiştek nekiribe ji nû ve pê dikeve. Ba agirê gur dike.

Bi îzna Xwedê, di nav çend rojan de em ê hemû agiran vemirînin ji ber ku me karîbû wan kontrol bikin."

Li aliyê din, Tirkiye jî bi helîkopterên xwe beşdarî xebatên vemirandina agir bûye.

Her wiha Urdinê jî bi tîmên xwe yên bejayî û balafiran beşdarî heman xebatan bû.

Lê ji ber rewşa nebaş a hewayê agir her ku diçe gurttir dibe û li hinek cihan jî agir ji kontrolê derketiye.

ciwanên xwebexş ji parêzgehên cuda bi tîmên parastinê re beşdar bûne û di vemirandina agir de alîkariya wan dikin.

"Me di dema agirvedimirandinê de dengê teqînên bermahiyên şer bihîst"

Enes Seyîd Ehmed ku bi awayekî xwebex beşdarî xebatên agirvemirandinê bûye got:

"Ew destpêşxeriyeke şexsî ya ciwanên parêzgeha Laziqiyeyê bû.

Me bi rêya komeke WhatsAppê bi hev re dan û standin kir û me ji hev re got, kî dikare alîkariyê bike da ku em alîkariya tîmên agirkujiyê yên parastina sivîlan bikin û pişta wan bigirin.

Me nikarîbû beşdar nebin ji ber ku xwebexş ji Tirkiye, Urdinê û parêzgehên din hatin.

Xwedê wan biparêze. Zehmetiya erdê karê agirkujiyan asteng dike.

Dema ku me agir vedimirand, me dengê teqînên ji bermahiyên şer bihîst. Spas ji Xwedê re, ziyan negihîşt kesî."

Di van xebatên agivemirandinê de 80 tîm û 160 wesayêtên agirkujiyê beşdar in.

Tîmên agirvemirandinê ji ber zehmetiya rêyan û gihandina cihê agir, şerekî man û nemanê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst