Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Sûriyeyê radigihînin ku nêzîkî 100 kîlometre çargoşe daristan ji ber şewatan "bûye xwelî".
Di heman demê de, tîmên agirkujiyê yên Urdinê roja yekşemê gihiştin wî welatî ji bo kontrolkirina agirê ku ev çar roj in li pey hev li parêzgeha Laziqiyê berdewam e.
Karmendên hawarçûnê yên Sûriyeyê rûbirûyî rewşeke dijwar bûne, di nav de pileya germê ya bilind, bayê bihêz, erda çiyayî ya dijwar li parêzgeha beravê û metirsiya bermayiyên teqemeniyên şer, li welatekî ku ji ber salên dirêj ên şer û pevçûnan wêran bûye.
Wezareta Hawarçûn û Karesatan a Sûriyeyê ragihand ku tîmên parastina sivîl ên Urdinê sibeha roja yekşemê derbasî nav axa Sûriyeyê bûn.
Gelek dîmenên vîdyoyî yên şewatê li ser torên civakî hatine belavkirin û tê de diyar dibe ku agir ji her alî ve dora tîmên parastina sivîl girtiye.
"Daristan bû xwelî"
Wezîrê Hawarçûnê Raîd Salih, di postekê de li ser Xê ragihand, "Bi sed hezaran darên daristanê li ser rûberekî nêzîkî 10,000 hektarî li 28 cihên cuda bûne xwelî."
Wî wezîrê Sûriyeyî her wiha got ku nêzîkî 80 tîm ku karmendên parastina sivîl jî di nav de ne, hewl didin agir kontrol bikin.
Wezîr her wiha destnîşan kir ku rêxistinên xwecihî û welatî, ligel tîm û balafirên agirkujiyê yên Urdin û Tirkiyeyê alîkariyê pêşkêş dikin.
Tirkiyeya ku piştevanê sereke ya berpirsên nû yên Sûriyeyê ye, roja Şemiyê alîkarî şandibû ku balafir û otomobîlên agirkujiyê di nav de bûn.
Birêvebiriya Ewlehiya Giştî ya Urdinê di daxuyaniyekê de got:
"Tîmên pispor ên agirkujiyê yên parastina sivîl hemû amûr û pêdiviyên nûjen ên ku ji bo pêkanîna erkên wan pêwîst in, ji wan re hatine dabînkirin."
Rûbereke berfireh a daristan û zeviyên çandiniyê şewitîne û hin gund hatine valakirin, bi taybetî li nêzî sînorê Tirkiyeyê.
"Pêwîstiya Sûriyeyê bi alîkariyeke navneteweyî ya zêdetir heye"
Alîkarê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Necat Roşdî di postekê de li ser Xê ragihand ku Şam "pêwîstiya xwe bi alîkariyeke navneteweyî ya zêdetir heye" ji bo kontrolkirina şewatan.
Hevrêzkarê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Adem Ebdulmewla di daxuyaniyekê de got:
"Tîmên Neteweyên Yekbûyî li qadê ne û nirxandinên lezgîn dikin ji bo diyarkirina asta karesatê û destnîşankirina pêwîstiyên mirovî yên herî lezgîn."
Nêzîkî heft mehan piştî rûxandina serokê berê Beşar Esed, Sûriye hîn jî ji ber encamên zêdetirî deh salên şerê navxweyî diêşe ku aborî, binesazî û xizmetguzariyên giştî yên welêt wêran kirine.
Ji ber guhertina avhewayê û zêdebûna metirsiya ziwabûn û şewatên daristanan li seranserê cîhanê, Sûriye jî rûbirûyî pêlên germê û kêmbûn a baranê bûye.
Di meha Hezîranê de, Rêxistina Xwirek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihandibû ku "Sûriyeyê di 60 salên borî de rewşeke avhewayê ya ewqas xirab nedîtiye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse