Rapora SOHRê ya li ser Sûriyeya piştî Esed: Kuştin, girtin û binpêkirin didomin

07-09-2025
RÛDAW
Nîşan Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeya piştî rejîma Beşar Esed kuştin, girtin û binpêkirin didomin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di raporeke nû de ku nusxeyeke wê gihîştiye Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku di navbera 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an û 6ê Îlona 2025an de 10 hezar û 672 kes li seranserî Sûriyeyê hatine kuştin ku 8 hezar û 180 ji wan sivîl in.

Li gorî raporê, 430 zarok û 620 jin jî di nav qurbaniyan de ne.

Di raporê de tê gotin ku ew kuştin ji ber nebûna ewlehiyê, berdewamiya kiryarên tundiyê û binpêkirinên bi destê aliyên navxwe û derve çêbûne.

Her wiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku heta niha bi hezaran girtî bêyî werin darizandin di girtîgehan de ne ku di nava wan de efserên berê yên rejîma Beşar Esed, bijîşk û sivîl hene.

Li gorî raporê, gelek ji girtiyan ti tohmetên eşkere li dijî wan nînin û bêyî rêkarên yasayî hatine girtin.

Di raporê de ji aliyên navneteweyî û navxwe hatiye xwestin ku ji bo parastina sivîlan gavên bilez biavêjin, kesên berpirsyarên tawan û binpêkirinan ceza bikin, sînorekî ji bo gotara mezhebî deynin û her wiha ji bo misogerkirina mafên tevahiya Sûriyeyiyan li ser avakirina saziyên dadweriyê bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst