SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 16 kes hatin kuştin

08-05-2025
RÛDAW
Nîşan SOHR Sûriye Binpêkirinên Mafên Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawî de li herêmên desthilata Hikûmeta Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de 16 kes hatine kuştin.

SOHRa ku navenda wê li Londona paytexta Brîtanyayê ye li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê raporan belav dike. 

SOHRê da zanîn ku li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê di êrişeke komeke çekdar a li dijî şirketeke bazirganiyê de 3 kes hatine kuştin.

Li gorî rapora SOHRê, li bajarokê Sehnayayê di şerê çekdarên Durzî û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de 5 çekdarên Durzî û 2 endamên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê hatine kuştin.

Her wiha hat diyarkirin ku 6 Durziyên ku beriya hefteyekê li ser rêya Şam-Siwêdayê di kemîna hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de birîndar bûbûn wefat kiriye.

SOHRê di berdewamiya raporê jî de diyar kir ku li bajarokê Tîba Îmam ê bakurê Hemanê ajokarek di êrişa çekdarên nenas de hatiye kuştin.

Li Taxa Qisûrê ya bajarê Hemayê zarokekî ku beriya çend rojan ji ber guleyekê birîndar bûbû jî jiyana xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst