Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer civiyan

07-10-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Mezlûm Ebdî Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî tevî heyetekê çû Şama paytexta Sûriyeyê û bi Ehmed Şer re civiya.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di hevdîtinê de ji şandeya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn û ji şandeya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî Ehmed Şer û Eshed Şeybanî amade bûn.

Li Şamê hevdîtina di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya hikûmeta veguhêz de dest pê kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn pêk tê.

Di şandeya hikûmeta Sûriyeyê de jî Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî cih digirin.

Di civînê de dê dosyayên siyasî û ewlehiyê yên di çarçoveya peymana 10ê Adarê de bên nîqaşkirin.

Ev gav piştî civîna 6ê Çiriya Pêşîn a 2025an tê lidarxistin. Di wê civînê de şandeyeke payebilind a Rêveberiya Xweser bi şandeyeke Amerîkî re rûniştibû.

Di şandeya Rêveberiya Xweser de Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed, Rohilat Efrîn, Cîgirê Hevserokatiya MSDyê Xesan El Yûsif û Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mehbaş hebûn.

Heyeta Amerîkayê jî ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper pêk dihat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst