Medya Sûriyê: Îsraîlê Bendera Laziqiyê bordûman kir

07-12-2021
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Bender Laziqiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku îro Sêşembê serê sibehê firokeyên şer ên Îsraîlê Bendera Laziqiyê bordûman kirine bêyî wêya ti zerareke canî çêbibe.

Medya fermî ya Sûriyê li ser zimanê berpirsekî serbazî ku navê wî eşkere nekiriye dibêje, hejmarek mûşekan navçeya konteyneran li Bendera Laziqiyê kirine armanc û di encam de hinek konteyner şewitî ne. Ev wek êrîşeke balkêş bo ser Bendera Laziqiyê tê dîtin ku rêyeke girîng a hawirdeya kelûpelan e bo nav Sûriyê.

Li gor medya fermî ya Sûriyê, dengê pênc teqînan ji bendera navborî hatiye bihîstin ku agireke mezin derketiye û tîmên berevaniya şaristanî bo wê derê hatine şandin. Lê heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye dayîn.

Di dema borî de, Îsraîlê bi sedan êrîş birine ser wan cihên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de, lê gelekî bi kêmî berpirsyariya wan li xwe digire û behsa wan operasyonan nake. Beşek ji wan êrîşên di dema borî de hatine kirin, firokexaneya serekî ya Şama paytexta Sûriyê kirine armanc.

Îsraîl wê yekê venaşêre ku pêgehên grûpên nêzîkê Îranê dike armanc, wek Hizbullaha Lubnanê ku çekdar li Sûriyê jî bicîh kirine û dibêje wan karwanên çekan dike armanc ku wiha tê texmînkirin ji “Milîşiyayan” re biçin.

Ev jî di demekê de ye ku di şerê navxwe yê Sûriyê de, pişta hêzên ser bi hikûmeta beşar Esed digire. Îsraîl jî dibêje ku hebûna Îranê li ser sînorê bakurê wê “xeta sor” e û bi vê jî rewatiyê dide êrîşên xwe bo ser sazî û depoyên çekan li Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst