ŞAM - Zarok piştî şerê malwêran bi xweşiya cejnê dihesin

08-06-2025
Wêneyekî temsîlî /Reuters - Arşîv
Wêneyekî temsîlî /Reuters - Arşîv
Nîşan Şam Cejn Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bêhtir ji 13 salan ji krîz û şer û pevçûnan, zarokên Sûriyeyê careke din hest bi xweşiya cejnê dikin.

Li Taxa Qudseyyayê ya li gundewarê Şama paytexta Sûriyeyê di rojên Cejna Qurbanê de zarok bi bêyî tirsa ji bombebaranê dilîzin û kêf û şahiyê dikin.

“Zarok gelekî kêfxweş in”

Şêniyekê Şamê wiha behsa dilxweşiya zarokan kir:

 “Bi Xwedê atmosfer gelekî xweş e, bi taybetî piştî rizgarkirinê ewlehî bêhtir peyda dibe xelk jî zarokên xwe tîne vê derê. Hûn dibînin zarok gelekî kêfxweş in.”

Sûriye piştî şerekî giran ê ku bi salan ajot niha li ber qonaxeke guherînê ye.

Şêniyekî Şamê bi gotinên “Vehesîneke derûnî heye, em gelekî vehesiyan. Rewş gelekî cuda ye, ji hemû aliyan ve” qala “aramiya” li Şamê kir.

Bi hebûna rewşa aramî û ewlehiyê, xelk bê tirs zarokên xwe dibe bazaran û cihên lîstikan.

“Kêf û şahî li ser rûyên zarokan diyar in”

Şêniyekî din ê Şamê jî li ser kêfa zarokan biland:

 “Spas ji Xwedê re, rewş gelekî baş e. Kêf û şahî li ser rûyên zarokan diyar in. Xizmên wan piştrast in. Ewlehî li welêt peyda bûye.”

Ji Adara 2011an heta 8ê Kanûna Pêşîn 2024an ku desthilata Esed ruxiya, bi sedema şer û pevçûnên navxweyî û topbaran û bombebaranê û her wiha bi sedema hejariyê zarokên Sûriyeyê ji kêf û şahiya cejnan bêbehr bûn.

A niha jî ew hêvî dikin ku rewş baştir bibe û hêviyên zarokan geştir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst