Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê, zarokekî bi navê Hemze Temîm Hesen ji ber mezheba xwe rastî êrişê hat.
Dîmenên zarokê ku ji aliyê komekê ve tê derbkirin û heqaret lê tê kirin, li ser medyaya civakî belav bûn û bûn sedema nerazîbûnan.
Bûyera ku li herêma Qudsayayê ya Şamê li nêzîkî firina Erînê rû da ji aliyê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hat belgekirin.
Hemze Hesen ji bo alîkariya bavê xwe yê bi nexweşiya penceşêrê ketiye û malbata xwe, li firinê nan difirot.
Dema ku Hemze ji kar vedigeriya mala xwe komeke nenas rê li ber wî girt û pirsa mezheba wî kir.
Hemze got, "Ez Elewî me û bi kêmanî nimêj dikim."
Li ser vê yekê êrişkaran ji ber mezheba wî lê da û heqaret lê kirin.
Di dîmenan de xuya dike ku zorê li zarok dikin da ku “Kelîmeya Şehadetê” bîne û zextê lê dikin ku bibêje ew dev ji mezheba xwe berdide.
Dayîk: Ev êrişa sêyem e
Dayîka Hemze ji SOHRê re piştrast kir ku dîmen rast in û diyar kir ku wê kurê xwe dûrî mezhebperestiyê û “bi baweriya yekîtiya gelê Sûriyeyê” mezin kiriye.
Wê da zanîn ku beriya kurê wê bigihêje malê wê vîdeo li ser medyaya civakî dîtiye û tirsiyaye.
Li gorî gotina dayîkê, ev ne cara yekem e ku tiştekî wiha tê serê Hemze.
Hat diyarkirin ku Hemze berê jî du caran rastî êrişên mezhebî hatiye lê cara ewil e ku êrişek bi deng û dîmen tê tomarkirin.
Kesekî nêzîkî Ehmed Şer çû mala wî
Piştî ku dîmenên Hemze bûn sedema nerazîbûneke mezin, Ehmed Delatiyê ku nêzîkî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer e, nîvê şevê çû mala wî.
Delatiyê ku demekê berpirsyarê "dosyeya Îsraîlê" yê Ehmed Şer bû û wekî kesayetekî nerm tê naskirin, bi xwe çû mala Hemze Hesen.
Di serdana ku nîvê şevê pêk hat de, Delatî bi Hemze û malbata wî re rûnişt û daxwaza silametiyê kir.
Delatî tekez kir ku ji bo girtina wê koma ku wekî "şebîhayên nû" tên binavkirin lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin û dê edalet pêk were.
Hişyariya SOHRê
SOHRê destnîşan kir ku êrişên wiha gefeke rasterast li aştiya civakî dixwin û da zanîn:
"Binpêkirinên li ser bingeha mezhebî, rêya edalet û aramiya civakî têk didin.
Em bangî rayedaran dikin ku li dijî gotinên mezhebî û kîndar ên ku tundiyê xwedî dikin, bilez tevbigerin.
Parastina sivîlan û hesabdayîna faîlan bêyî hincet, şert e."
#VÎDEO - Li Şamê zarokek ji ber ku Elewî ye rastî êrişê hat
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 30, 2025
💢 Hemza Hesen li Şamê ji aliyê çend kesan ve ji ber ku Elewî ye rastî êrişê hat
💢 Êrişa li Hemza Hesen bû pirsgirêkeke giştî
💢 Fermandarê Asayîşa Şamê bi Hemza û malbata wî re civiya pic.twitter.com/VtdNK8ktfn
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse