Wezareta Karên Derve ya Swêdê: Em rewşa Helebê ji nêz ve dişopînin

14 demjimêr berê
Niyaz Mistefa
Nîşan Heleb Wezareta Karên Derve ya Swêdê Sûriye Taxa Şêx Meqsûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji ragihand ku ew bi rêya balyozxaneya xwe ya li Beyrûtê ji nêz ve çavdêriya rewşa Helebê dikin û dilgiranî û çaverêyên xwe gihandine hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê li ser êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê pirsên Rûdawê bersivandin.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ji Rûdawê got,”Wezareta Karên Derve ji nûçeyên şer û pevçûnên Helebê agahdar e.

Swêd û Yekîtiya Ewropayê daxwaza aramkirina rewşê û xweragirtinê dikin."

Wezareta Karên Derve ya Swêdê teqez kir ku ew ji bo pêvajoyeke veguhastina siyasî ya ku "hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bigire nav xwe" xebatên xwe didomînin.

Balyozxaneya me ya li Beyrûtê ji nêz ve çavdêriya gurtirbûna aloziyan dike.

Her kes li Swêdê, li Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî jî gelê Sûriyeyê, di îstîkrar û bipêşketina aştiyane û demokrasiya li Sûriyeyê de xwedî berjewendî ne."

Wezareta Karên Derve ya Swêdê li ser pêwendiyên bi desthilatdarên niha yên Şamê re jî got, "Swêd û Yekîtiya Ewropayê çaverêyên xwe yên di vê derbarê de di dan û standinên xwe yên bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re gihandine wan."

Artêşa Sûriyeyê nexşeya çend herêmên Şêx Meqsûdê belav kir û bi hinceta ku "HSD û PKK" ew der kirine baregeh, gefa bombebaranê dixwe.

Her wiha îdia dike ku hêzên wan ketine nav taxan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku wan êrişeke bejayî ya komên çekdar têk biriye û herêm nehatiye kontrolkirin.

Îlham Ehmedê jî ragihand ku Şamê rêya şer hilbijartiye lê Kurd pabendî peymanan in.

Şerê her du taxan 6ê vê mehê dest pê kir. Nêzîkî 140 hezar kes koçber bûne. Hikûmeta Sûriyeyê 64 navend ji bo wan vekirine lê nexweşxaneyên li nav taxên dorpêçkirî jî êdî hatine girtin.

Li aliyê din derbarê hejmara qurbaniyan de amarên cuda hene; Asayîşa taxên Kurdan behsa kuştina 12 sivîlan û birîndarbûna bi dehan kesan dike lê berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê behsa kuştina 7 heta 9 sivîlan dikin.

Ji roja sêşemê ve bi giştî herî kêm 21 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst