Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê li ser şerê Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Asayîşê yê li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û ji Rûdawê re ragihand ku ew ji rewşê dilgiran in.
Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê her wiha got, "Ev alozî gefê li aramiya herêmê dixwin û dibin sedema çêbûna valahiyeke ewlehiyê ku tenê di berjewendiya DAIŞê de ye."
Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê bersiva e-maileke Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa da û ragihand:
"Em bi dilgiranî rûdanên li Heleb û derdora wê dişopînin, bi taybetî raporên li ser qurbaniyên sivîl."
Belçîkayê bangî hemû aliyan kir ku "aram bin, sivîlan biparêzin û li çareseriyeke aştiyane û dîplomatîk bigerin."
Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê tekez kir ku divê hemû alî pêbendî Peymana 10ê Adara 2025an bin û anî ziman:
"Gihîştina aramiyê ya li seranserî welêt hêmaneke sereke ye ji bo misogerkirina veguhastineke aştiyane ku daxwazên hemû gelê Sûriyeyê bi cih bîne."
Belçîkayê derbarê pêwendiyên bi aliyan re, eşkere kir ku di dan û standinên bi desthilata Sûriyeyê û aliyên cuda re, wan her tim mijara "berfirehbûnê" û parastina mafên hemû pêkhateyan xistiye navenda nîqaşan û da zanîn:
"Berfirehbûn yek ji xalên sereke yên nêrîna me ye ji bo parastina mafên Sûriyeyiyan ji hemû netewe û olên cuda bêyî cudakarî."
Di daxuyaniyê de amaje bi Kurdan hat kirin û hat gotin:
"Ev berfirehbûn Kurdan jî li xwe digire ku bê guman di şerê li dijî DAIŞê de wekî hevpeymanên biqîmet mane, ji wê dema ku Hevpeymaniya Navneteweyî daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku operasyonan li dijî DAIŞê bikin."
Belçîkayê tekez kir ku Sûriye "welatekî pirneteweyî, mezhebî û civakî ye" û divê mafên hemûyan parastî bin.
Metirsiya çêbûna valahiyê ya ji bo DAIŞê
Hikûmeta Belçîkayê hişyarî da ku şer û pevçûn ne tenê metirsî ne li ser welatiyên sivîl, di heman demê de gefê li aramiya navxweyî ya Sûriyeyê û aramiya herêmê jî dixwin û got:
"Nearamî qet ne di berjewendiya şerê terorê de ye.
Ev cure pevçûn bala hêzên ewlehiyê ji ser têkoşîna wan a li dijî DAIŞê û komên din ên tundrew dikişîne."
Belçîka bawer dike ku ev alozî dibin sedema çêbûna valahiyekê ku komên terorîst sûdê jê dibînin.
Hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê roja sêşema borî êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kiribû û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên girêdayî Rêveberiya Xweser jî bi tundî bersiv dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse