Meclisa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê: Em dê bimînin û parastina taxên xwe bikin

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Heleb Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê derbarê êrişên li ser her du taxan, helwesta Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî daxuyaniyeke berfireh belav kir.

Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku ji 6ê Kanûna Paşîn ve li ser taxan êrişeke bi çekên giran û bombebaraneke dijwar tê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bi temamî hatine hedefgirtin.

Meclisê diyar kir ku gel û hêzên Asayîşê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin nîşan didin.

“Armanc guhertina demografiyê ye”

Di daxuyaniya meclisê de hat gotin:

"Bi van êrişan tê armanckirin ku li dijî gelê me yê van taxan ku bi sedan sal in li van taxan dijî komkujî pêk were û pêleke nû ya koçberiyê bidin destpêkirin.

Ango tê xwestin ku demografiya bajêr û taxên me were guhertin.

Her wiha ev êriş bi her awayî tê wateya valaderxistin û binpêkirina Peymana 1ê Nîsanê."

Meclisê destnîşan kir ku Hikûmeta Demkî ya Şamê van êrişan di bin navê "Artêşa nû ya Sûriyeyê" de û bi piştgiriya Tirkiyeyê û komên çekdar pêk tîne û ji vê cesaretê werdigire.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin û hat gotin:

"Em bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo Peymana 10ê Adarê û 1ê Nîsanê wekî garantor û çavdêr amade bûn jî bi tundî şermezar dikin."

Hat ragihandin ku êriş û xeteriya komkujiyê ya li dijî gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê heta niha jî berdewam dike.

“Em teslîmbûnê qebûl nakin”

Meclisê tekez kir ku ew teslîmbûnê qebûl nakin û anî ziman:

"Bangewaziya ku hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ji bo gel û hêzên me yên Asayîşê dike, sepandina teslîmbûnê ye lê gelê me yê van taxan ji bo li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e."

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku li cihê ku "çete" bi pêş de hatine li dijî sivîlan komkujî tên kirin û hat gotin, "Heman kiryar û komkujiyên ku li dijî Elewî û Durziyan hatine kirin, li taxên me jî tên kirin."

Meclisê diyar kir ku li van taxan bi sed hezaran sivîl hene û di encama bombebarana giran a li dijî sivîlan de bi dehan birîndar çêbûne ku gelek ji wan jin û zarok in.

Nexweşxane ji xizmetê ket

Derbarê rewşa nexweşxaneyê de wiha hat gotin:

"Nexweşxaneya me ya taxê ya bi navê Xalid Fecir ku jixwe derfetên xwe pir kêm bûn jî, rastî êriş û bombebarana giran hat.

Ev sûcê şer îfade dike. Di rewşa heyî de nexweşxane bi temamî ji xizmetê ketiye.

Bi ti awayî derfetên ku birîndar werin dermankirin li taxên me nemane."

Meclisê bal kişand ser krîza mirovî û da zanîn:

"Wekî raya giştî jî dizane ev demeke dirêj bû ku taxên me di dorpêçê de bûn û ketina pêdiviyên însanî dihate astengkirin.

Her wiha rewşa zivistanê rewşa heyî girantir dike."

Hat diyarkirin ku hêzên hikûmeta demkî û komên çekdar banga radestbûnê dikin û dixwazin ku gel ji van taxan derkeve û Asayîş teslîm bibe.

Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand:

"Em zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin.

Ji ber kiryarên hikûmeta Şamê yên ji dema hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cuda yên Sûriyeyê pêk anîne û bi taybetî jî bombebarana bê ser û ber û komkujiyên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîne ku em ewlehiya xwe û taxên xwe radestî wan bikin.

Ne mimkun e ku em di aliyê girtina ewlehiya taxên xwe de bi paş de gav bavêjin.

Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bangî xelkê hat kirin û hat gotin:

"Em bangî gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin ku berê xwe bidin Nexweşxaneya Xalid Fecir ku li birîndarên xwe xwedî derkevin û ji bo parastina taxên xwe seferber bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst