Şam (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê li ser rêkeftina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku HSD di pêvajoya tevlîbûna Hikûmeta Sûriyeyê de “giran” tevdigere.
Her wiha da zanîn ku ji wan re eşkere bûye ku federalî ji bo Îraq û Sûriyeyê nabe.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li Şamê piştî civîna xwe ya bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re pirsên nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin.
Tom Barrack behsa rêkeftina di navbera HSD û Şamê de kir û got:
“Nêrîna min a li ser pêwendiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de ew e ku Hikûmeta Sûriyeyê kelecaneke gelekî mezin û awarte nîşan daye ji bo ku HSDyê bîne nav wê çarçoveyê.”
“Tenê rêyek heye, ew rê jî Şam e”
Barrack li ser bicihanîna rêkeftina ku di navbera Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de hatiye îmzekirin de anî ziman:
“Ez bi awayekî rastgo bibêjim, bi ya min HSD di qebûlkirin, dan û standin û avêtina gavên ber bi wî alî de giran tevgeriyaye.
Şîreta min jî ji bo wan ew e ku wê pêvajoyê bilez bikin. Tenê rêyek heye, ew rê jî Şam e. Peyam ev e.”
Barrackê ku wekî dostekî nêzîk ê Serokê Amerîkayê Donald Trump tê naskirin û ji bilî nûnertiya Washingtonê ya Sûriyeyê, Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê ye jî li ser rola Kurdan a li herêmê got:
“Wezîr Rubio, dema behsa xweserî û serweriyê dike, mebesta wî ew e ku Îraq neteweyek e, Sûriye jî neteweyek e.
Kurd civakeke bêhempa, hêja û bedew in di nava wan neteweyan de.
Ez bawer nakim ku mebesta wî Kurdistaneke serbixwe bûbe.
Ew dibêje divê rêz li hemû wan çandan, hemû wan bibîranînan bê girtin; ziman, çand, gel û perwerdeya wan.
Ev yek gelekî girîng e. Ez bawer dikim ku Hikumeta Sûriyeyê jî heman tiştî hîs dike.”
“Federalîzm bi ser nakeve”
Yek ji wan mijarên ku niha ji bo paşeroja Sûriyeyê tê behskirin, sîstema federaliye û Barrack li ser wê yekê da zanîn:
“Zehmetî ew e ku li hemû van welatan, em fêr bûn ku federalîzm kar nake (bi ser nakeve).
Hûn nikarin di nava neteweyeke serbixwe de xwedî dewletokên serbixwe yên ne-neteweyî bin.
Ji ber vê yekê, ev tenê demê dixwaze heta ku her kes vê yekê fêm bike (hezm bike), bi taybetî piştî van hemû salên çalakiyên hovane yên ku Sûriye tê re derbas bû.
Ji bo adaptasyonê tenê dem pêwîst e lê dema me diqede. Cîhan bilez diguhere. Herêm pir zû dimeşe. Binêrin di sê hefteyên borî de çi qewimî.”
Barrack di bersiva pirsa “Paşerojeke çawa li benda Sûriyeyê ye?” de ragihand:
“Ji bo Sûriyeyê derfet niha ye. Cîhan dixwaze alîkariyê bike, her kes bi temamî.
Pêwîst e em tenê ji ber xwe herin (nebin asteng). Pêwîst e em hemû dev ji tiştekî berdin (lihevhatinê bikin) û bigihêjin vê encamê; yek netewe, yek gel, yek artêş, yek Sûriye.”
#VÎDEO - Solîn Mihemed Emîn: Helwesta Amerîkayê ya li hemberî xweseriya Kurdan a li Sûriyeyê çi ye?
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 9, 2025
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack: Yek netewe, yek gel, yek artêş û yek Sûriye#Rojava pic.twitter.com/Axq18LYK7n
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse