Li Şamê Kongreya SYNCê: Armanc afirandina 25 hezar derfetên kar e

09-08-2025
Solîn Mihemed Emîn
Beşdarên Kongreyê /Wêne: Rûdaw
Beşdarên Kongreyê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Şam Kongreya 2yemîn a Teknolojiyê ya SYNCê
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê, bi beşdariya gelek kompanyayên Ereb û biyanî, Kongreya 2yemîn a Teknolojiyê ya SYNCê dest pê kir.

Di kongreyê de dê bipêşxistina warê teknolojiyê û afirandina derfetên kar bên gotûbêjkirin.

Kongre bi dirûşma "Ka em teknolojiyê bi rê ve bibin" tê lidarxistin û armanca wê ew e ku jêhatîbûna Sûriyeyiyan xurt bike û derfetên hevkariya navneteweyî di warê teknolojî û nûjeniyê de biafirîne.

"Fikr ew e ku patent li Amerîka û Ewropayê bên tomarkirin"

Birêvebirê Kompanyaya Lloyd & Moussalliyê Fîras Mûselî diyar kir ku ew dixwazin li Şamê veberhênanê bikin û got:

“Em hatine ku ofîseke kompanyaya xwe, Lloyd & Moussalli, li Şamê vekin.

Em dixwazin li vir bi kompanyayên nû yên herêmî re bixebitin.

Em ê parêzer û pêşdebiran bi kar bînin da ku ji bo kompanyayên nû li Sûriyeyê jîngeheke guncaw ava bikin.

Fikr ew e ku patent li Amerîka û Ewropayê bên tomarkirin da ku pere vegerin Sûriyeyê û aboriya Sûriyeyê xurt bibe.”

Kongreya SYNCê bi sponsoriya karsaz û endezyarên Sûrî-Amerîkî yên ji Geliyê Sîlîkonê ya Kalîforniyayê tê birêvebirin.

Her wiha berpirsên kongreyê tekez dikin ku ew dê binesaziya teknolojiyê li Sûriyeyê bi hêz bikin.

“Em li kesên ku kar bikin digerin”

Yek ji damezrînerên tîma SYNCê Fîras Xelîfe jî da zanîn ku ew derbasî qonaxa bicihanînê bûne û anî zimên:

"Em niha li vir in ku projeyên xwe bi cih bînin. Gelek çalakiyên me hene, karmendên me hene û em li kesên ku kar bikin digerin.

Ji bo karmendan kursên perwerdeyê hene û her tiştê ku bi karsazî û veberhênanan ve girêdayî ye ji bo kompanyayên nû heye.

35 veberhêner ji derveyî welêt hatine û 90 kompanyayên nû beşdarî pêşbirkê dibin, îro dê 10 ji wan pêşbirkê bikin.”

Kongre du rojan berdewam dike û nûnerên kompaniyên cîhanî û berdevkên nêzîkî 28 dewletan beşdar bûne.

Her wiha hejmarek ji wezîrên hikûmeta Sûriyeyê jî serdana kongreyê kirin.

Tê payîn ku bi rêya vê kongreyê di nava pênc salan de nêzîkî 25 hezar derfetên kar di warê teknolojiyê de bên dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst