Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku doh li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê şer û pevçûnan ji nû ve dest pê kiriye.
Ev yek nîşan dide ku li herêma ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, binpêkirinên agirbestê ji nû ve dest pê kiriye.
SOHRa ku navenda wê li Brîtanyayê ye, diyar kir ku şervanên Durzî û hêzên girêdayî hikûmeta demkî li gelek eniyên rojava û bakurê rojavayê Siwêdayê bi çekên makîneyî bi nav hev ketine û lê zêde kir, "ti ziyanên canî nehatine ragihandin."
Her wiha hat ragihandin ku êrişeke bi dronan li nêzîkî çeperên şervanên Durzî yên li rojavayê bajêr depoyeke cebilxaneyê kiriye armanc.
Li aliyê din, Suwayda24a ku weşaneke herêmî ye û balê dikişîne ser parêzgeha ku piraniya wê Durzî ne li ser mijarê agahî dan.
“Bû sedema şerekî dijwar”
Suwayda24ê ragihand, piştî ku hêzên ewlehiyê yên alîgirê hikûmetê gule li sivîlekî ji eşîra el-Hmeydanê yê ku bi cotkarên din re li ser erdê xwe dixebitî reşandine, roja duşemê li xeta rojavayê bajarê Siwêdayê şer û pevçûnan dest pê kiriye û got:
"Bûyer bû sedema zerereke madî ya li otobusên veguhastinê û di navbera her du aliyan de bû sedema şerekî dijwar."
Dawiya meha borî, li ser rêya Şam-Siwêdayê otobuseke rêwiyan ji aliyê "kesên çekdar ên nenas" ve hatibû gulebarankirin û di bûyerê de gelek kes miribûn.
Nîvê meha Tîrmehê li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê di navbera şervanên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de şer û pevçûn derketibûn.
Berî ku 19ê Tîrmehê agirbest bê ragihandin, alozî bi tevlîbûna hêzên Şamê û Îsraîlê re zêde bûbû.
Ji wê demê ve hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li seranserê parêzgehê hatine bicihkirin û komên Durzî jî kontrola bajarê Siwêdayê di destê xwe de digirin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen dawiya meha tîrmehê ragihand ku tevî agirbestê jî gelek binpêkirin hatine tomarkirin.
Pedersen hişyarî da ku rewşa li parêzgeha ku piraniya wê Durzî ne "aloz û bêîstîqrar" dimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse