Firas Elsemî: Li Siwêdayê jenosîd tê kirin

15-07-2025
Nalîn Hesen
Endamê Kongreya Siwêdayê Firas Elsemî / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Endamê Kongreya Siwêdayê Firas Elsemî / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Firas Elsemî Siwêda Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Kongreya Siwêdayê Firas Elsemî ragihand ku li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê “jenosîd” heye, divê Neteweyên Yekbûyî wê “komkujiyê” rawestîne.

Li bajarê Siwêdayê yê dikeve başûrê Sûriyeyê, ev sê roj in şer û pevçûn di navbera Durzî û eşîrên Ereban de heye.

Endamê Kongreya Siwêdayê Firas Elsemî bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û ragihand ku rewşa parêzgeha Siwêdayê "felaket" e û li herêmê "jenosîd" tê kirin.

“Em bi vî awayî nikarin welatekî ava bikin”

Firas Elsemî bangî civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û dorpêça li ser herêmê rakin.

Elsemî da zanîn ku êriş bi çekên giran ên wekî dron, top û mûşekan li ser Siwêdayê tên kirin û got, "Em bi vî awayî nikarin welatekî ava bikin.”

Wî tekez kir ku hebûna mixalefeteke siyasî li Siwêdayê tiştekî asayî ye û xelkê Siwêdayê êrişî ti aliyan nekiriye.

Amerên qurbaniyan

Elsemî derbarê zererên canî jî eşkere kir ku ji ber şer û pevçûnan heta niha 100 kesan canê xwe ji dest daye û 300 kesên din jî birîndar bûne.

Bi gotina wî dibe ku hejmara kuştî û birîndar zêde dibe.

Elsemî bal kişand ser rewşa mirovî ya dijwar û got:

"Pêdiviya Siwêdayê bi alîkariyên mirovî heye. Ev 72 saet in ku ne derman, ne ard û ne jî sotemenî derbasî Siwêdayê bûne.

Kelûpelên ku li cem xelkê mane jî her diçe kêm dibin."

“Pêwîst e jiyana 500 hezar kesan bê parastin”

Endamê Kongreya Siwêdayê di dawiya axaftina xwe de, bangî civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir û got:

“Ez bangî aliyên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikim ku vê komkujiyê rawestînin.

 Pêwîst e dorpêça li ser Siwêdayê bê rakirin û jiyana 500 hezar kesan bê parastin."

Wî her wiha rexne li hewlên hikûmetê girt û anî ziman, "Nabe bi vî awayî hikûmet hewl bide desthilata xwe li ser Siwêdayê bisepîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst