Ehmed Şer derbarê Newroz, nasname û zimanê Kurdî biryarnameyek îmze kir

2 demjimêr berê
Nîşan Sûriye Ehmed Şer Biryarname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, biryarnameyeke dîrokî ya bi hejmara 13an a sala 2026an derxist ku hinek mafên Kurdan li Sûriyeyê nas dike.

Li gorî biryarnameyê, nasnameya Kurdî tê naskirin, zimanê Kurdî dibe zimanekî niştemanî, pirsgirêka nasnameya Kurdên bê nasname tê çareserkirin û Newroz dibe betlaneya fermî.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, îro (Biryarnameya Jimare 13 îmze kir û tê de hinek mafên çandî, sivîl û neteweyî yên Kurdan hatin qebûlkirin.

Di biryarnameyê de hat tekezîkirin ku welatiyên Sûriyeyî yên Kurd parçeyekî esasî û resen ê gelê Sûriyeyê ne û nasnameya wan a çandî û zimanî parçeyeke nasnameya niştimanî ye.

Zimanê Kurdî bû "Zimanê Niştimanî"

Li gorî Madeya 3yemîn a biryarnameyê, zimanê Kurdî wekî "zimanekî niştimanî" tê qebûlkirin.

Li herêmên ku Kurd lê piranî ne yan rêjeyeke berbiçav pêk tînin, destûr tê dayîn ku zimanê Kurdî di dibistanên fermî û taybet de wekî beşek ji bernameyên bijarte yan jî wekî çalakiyeke çandî-perwerdeyî bê xwendin.

Dawî li mexdûriyeta 1962yan hat: Nasname tê dayîn

Yek ji gavên herî girîng ên biryarnameyê çareserkirina pirsgirêka hemwelatîbûnê ye.

Li gorî Madeya 4an, hemû yasayên awarte yên ku piştî serjimêriya sala 1962yan li parêzgeha Hisîçayê hatibûn sepandin, hatin betalkirin.

Mafê hemwelatîbûnê (nasnameya Sûriyeyê) ji bo hemû welatiyên bi eslê xwe Kurd ên li ser axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, di nav de kesên "Mektûm" (bêqeyd/ne tomarkirî) jî hat dayîn û ew di maf û erkan de bi welatiyên din re wekhev hatin hesibandin.

Newroz bû betlaneya fermî

Di biryarnameyê de Cejna Newrozê jî hat nehat jibîrkirin.

Roja 21ê Adarê Cejna Newrozê wekî "Cejna Neteweyî ya bihar û biratiyê" hate pênasekirin û li seranserê Komara Ereban a Sûriyeyê wekî betlaneya fermî hat ragihandin.

Cudakarî hat qedexekirin

Her wiha saziyên medyayî û perwerdeyî yên dewletê hatin pêbendkirin ku xîtabeke niştimanî ya berfireh bi kar bînin û her cûre cudakarî an dûrxistina li ser bingeha nijadî û zimanî hat qedexekirin.

Hat diyarkirin ku wezaret û aliyên pêwendîdar dê ji bo bicihanîna vê biryarnameyê tedbîrên pêwîst amade bikin û biryar ji roja derçûnê ve dikeve warê bicihanînê.

Biryarnameya hatiye îmzekirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst