Parlamentoya nû ya Sûriyeyê: Gel deng nade, Ehmed Şer sêyeka endaman tayîn dike

05-10-2025
Vîviyan Fetah
Dîmenê dema dengdayînê li Şamê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê dema dengdayînê li Şamê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sûriye Parlamentoya Sûriyeyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Siwêda Ehmed Şer
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Li Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, îro yekem car hilbijartinên "Meclisa Gel" birêve diçin lê ev pêvajo bêyî beşdariya parêzgehên Reqa, Hisîça û Siwêdayê hat sazkirin.

Kurdên li Şama paytexta Sûriyeyê dijîn jî dibêjin ku ew di pêvajoyl de hatine piştguhxistin û nûnertiya wan nîne.

Pêvajoya dengdanê ya nerasterast saet di 09:00an de dest pê kir. Li gorî sîstemê, gel rasterast deng nade, belkî 6 hezar delegeyên hilbijêr dê du-sêyeka parlamentoya 210 kursî diyar bikin.

Sêyeka mayî ya parlamenteran ango 70 kes jî dê rasterast ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve bên tayînkirin.

Di hilbijartinan de 1,574 namzed ji bo 140 kursiyan dikevin pêşbirkê.

Kurdên Şamê: Hayê me jê tune bû

Li Şamê ku hejmareke mezin a Kurdan lê dijî, nerazîbûn heye. Welatiyê Kurd Riyad Nîzam Eldîn got, "Hayê me ji van hilbijartinan tune bû, gelek Kurd li vir hene, gerek nûnerê wan hebe."

Li aliyê din hinek Kurdên din cuda difikirin. Nalîn Silêmanê got, "Ez Kurda Şamê me, ez li Şamê ji dayik bûme û ev cara yekê ye em tên tevlî hilbijartinan dibin."

Ehmed Şer: Ev ji bo qonaxa veguhêz e

Ehmed Şer piştî ku li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Şamê agahî wergirt, ji çapemeniyê re axivî û hilbijartina nerasterast parast.

Serokkomarê Sûriyeyê got, "Em di qonaxeke hestiyar de hilbijartineke hevseng û beşdar pêk tînin. Ev gelekî bi wate ye.

Ehmed Şer bal kişand ser wê yekê ku ew di demeke kurt de ji rewşa şer û kaosê derbasî pêvajoya hilbijartinê bûne û got, "Bipêşxistina Sûriyeyê ne tiştek e ku kes bi tena serê xwe bikare bike. Ev encama hewldanên kolektîf e."

Çarenûsa 3 parêzgehan ne diyar e

Hilbijartin li Rojavayê Kurdistanê û Siwêdayê nehat kirin. Berpirsên Durziyan û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hilbijartinan red dikin.

Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinê Mihemed Taha el-Ehmed jî li ser nebirêveçûna hilbijartinan li Reqa, Hisîça û Siwêdayê ji Rûdawê re axivî.

Mihemed Taha El Ehmed got, “Me dixwest ew beşdar bibin lê ji ber nebûna jîngeheke aram, hilbijartin li wir hatin bipaşxistin.

Lê zêde dereng nakeve, ez soz didim ku berî destpêkirina rûniştina yekem dê ew kursî werin destnîşankirin.”

Tirkiye, Yemen û Filistîn jî hilbijartinan dişopîne

Hilbijartin ji aliyê balyozên Filistîn û Yemenê û her wiha Berpirsê Kar û Barên Demkî yê Tirkiyeyê yê li Şamê Burhan Koroglu ve jî hat şopandin.

Tê pêşbînîkirin ku encamên hilbijartinan îşev qonax bi qonax bên eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst