Mezlûm Ebdî li ser şerê li Siwêdayê daxuyaniyek da

16-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Siwêda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand, ji bo parastina sivîlan divê demildest êrişên li Siwêdayê werin rawestandin û korîdorên ewle bên vekirin û alozî bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê di navbera Durzî û eşîra Bedewî ya Ereban û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de şerekî dijwar tê meşandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê şerê li Siwêdayê daxuyaniyek belav kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de got:

“Ji xelkê me yê li Siwêdayê bangewazî digihêjin me ku ji bo sivîlan korîdorên ewle werin vekirin û êrişên li dijî wan werin rawestandin.”

Ebdî her wiha tekez kir ku kuştina jin û zarokan û êrişa li sembolên olî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha pê de çû:

“Kuştina jin û zarokan û destdirêjiya li sembolên olî tawaneke li dijî mirovahiyê û pîvanên Sûriyeyiyan e.

Divê ev kiryarên dijminane demildest werin rawestandin û berpirsyarên wan werin cezakirin.

Piştî 14 salên şer êdî dema rawestandina xwînrijandinê ye.

Sûriye dê ne bi tolhildanê, bi diyalog û aqil rabe ser pêyan.

Pirsa xelkê me yê Durzî pirseke niştimanî ye û çareseriya wê divê destûrî be û bi rêya diyalogê pêk were.”

Li Siwêdayê çi diqewime?

Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê ev çend roj in di navbera Durziyan û eşîra Bedewî ya Ereban de şer û pevçûn derketine.

Artêşa Sûriyeyê jî piştî aloziyan ketibû nav bajêr.

Îsraîlê hişyarî dabû artêşa Sûriyeyê ku ji Siwêdayê vekişe û ji ber vê yekê çend caran êrişên asmanî li dijî hêzên artêşa Sûriyeyê pêk anîbû.

Herî dawî balafirên şer ên Îsraîlê avahiya Sererkaniya Sûriyeyê ya li Şamê û avahiya Koşka Serokkomariya Sûriyeyê bombebaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst