Îsraîlê bombe bi ser Şam û Derayê de barandin

16-07-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Îsraîl Siwêda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên asmanî yên li bajarên Şam û Derayê yên Sûriyeyê zêde kirin û gelek baregehên leşkerî û karwaneke hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê kirin armanc.

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Îsraîlê destpêkê demjimêr 18:40an herêmên Gabgab û Musbînê yên li başûrê parêzgeha Derayê bombebaran kirin.

Piştre demjimêr 19:15an baregeha Lîwaya 100î ya li herêma Qetenayê ya derdora Şamê kir armanc.

Êrişên Îsraîlê ranewestiyan û di navbera saet 20:30 û 20:55an de 3 êrişên din jî pêk anî.

Di wan êrişan de, 2 caran baregeha leşkerî ya Tumena 4an a li Çiyayê Mazemiyê yê Şamê hat bombebarankirin û careke din êrişî Qetenayê hat kirin.

Her wiha Îsraîlê bi balafirên bêmirov (dron) karwaneke leşkerî kir armanc ku derbasî Siwêdayê dibû.

Li gorî agahiyên destpêkê di wê êrişê de 6 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Şerê li Siwêdayê

Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê roja 13ê Tîrmehê piştî bûyerên revandina dualî ya di navbera eşîrên Ereb ên Bedewî û komên çekdar ên Durziyan de şer û pevçûnên dijwar derketibûn.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo rawestandina şer û pevçûnan hêzên ewlehiyê yên Wezaretên Parastinê û Karên Navxwe şandibû herêmê.

Roja 15ê Tîrmehê di navbera hêzên hikûmetê û komên Durziyan de şerekî dijwar qewimî.

Piştre Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra li Siwêdayê agirbest ragihand lê diyar kir ku eger êrişek çêbibe ew dê bersivê bidin.

Rêberê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî destpêkê ji bo ketina hêzên hikûmetê razîbûna xwe nîşan dabû lê piştre ji vê helwesta xwe vegeriya û bangî xelkê kir ku li ber xwe bidin.

Her çi qas piştî şerê çar rojan ku gelek kes hatin kuştin hatibû ragihandin ku agirbest hatiye pêkanîn lê Şêx Hîkmet Hecerî ew agahî red kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst