Sûriye: Hîn zû ye behsa peymana aştiyê ya bi Îsraîlê re bê kirin

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Îsraîl Peymana Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Sûriyeyê radigih ku hîn zû ye behsa îmzekirina peymana aştiyê li gel Îsraîlê bê kirin.

Ev daxuyanî çend roj piştî wê tê ku Îsraîlê ragihandibû ku dixwaze bi Şamê re têkiliyan deyne.

Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ji zarê çavkaniyeke fermî ya ku navê wê nehat eşkerekirin ragihand:

"Axaftina li ser îmzekirina peymana aştiyê ya bi Îsraîla dagirker re di vê demê de zû ye.

Heta ku dagirker bi temamî pêbendî peymana sala 1974an nebe û ji wan herêmên ku dagir kirine venekişe, behsa îhtimala dan û standinên li ser peymaneke nû nayê kirin."

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar duşemê gotibû ku eger Îsraîl hewl bide bi Sûriye û Libnanê re têkiliyan deyne dê di berjewendiya Îsraîlê de be.

Ev bipêşketin di demekê de ye ku guherînên mezin di hevsengiya hêza herêmê de rû dane, wekî rûxîna serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed di meha Kanûnê Pêşîn a 2024ab de û lawazbûna Hizbulaha Libnanê ya hevpeymanê wî.

Berpirsên nû yên Sûriyeyê piştrast kiriye ku wan ji bo kêmkirina aloziyan gotûbêjên nerasterast li gel Îsraîlê kirine.

Piştî rûxîna Esed Îsraîlê gelek caran Sûriye bombebaran kiriye.

Di heman demê de leşkerên Îsraîlê ketine nav wan herêmên li ser xeta agirbesta sala 1974an a li Girên Golanê ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ne.

Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer gelek caran ragihandiye ku Şam bi cîranên xwe re li dû aloziyan nagerê û ji civaka navneteweyî xwest ku zextê li Îsraîlê bike da ku êrişên xwe rawestîne.

Sûriyeyê ragihandiye ku armanca dan û standinên berdewam, bicihanîna agirbesta sala 1974an a di navbera her du welatan de ye.

Gideon Saar tekezî li ser wê yekê kir ku Girên Golanê yên ku Îsraîlê di sala 1967an de bi dest xistine û paşê tevlî axa xwe kirin, "dê wekî beşeke dewleta Îsraîlê bimînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst