Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li ser vekişîna HSDyê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî Dêr Hafir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku ew dê hêzên xwe ji herêmên rojhilatê Helebê (rojavayê Feratê) vekişînin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî ragihand ku artêşa Ereban a Sûriyeyê dê li wan deveran bi cih bibe.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser daxwaza welatên dost û navbeynkaran, wan biryar daye ku hêzên xwe ji xetên temasê yên li rojhilatê Helebê vekişînin û li rojhilatê Çemê Feratê bi cih bikin.

Ebdî eşkere kir ku pêvajoya vekişînê îro saet 07:00an dest pê kiriye.

Fermandarê HSDyê armanca vê gavê wiha rave kir:

"Ji bo nîşandana niyeta baş a di temamkirina pêvajoya yekkirinê de û pêbendbûna bi bendên Peymana 10ê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe vekişînin."

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û pêşwazî li biryara HSDyê ya vekişîna ji "herêmên temasê yên rojavayê Feratê" kir.

Wezaretê tekez kir ku ew dê bi hûrgilî çavdêriya temamkirina vê vekişînê ya ber bi rojhilatê Feratê ve bikin.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê dikeve herêmê

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de hat ragihandin:

"Bi awayekî hevaheng, yekîneyên Artêşa Ereban a Sûriyeyê dê li wan deveran belav bibin ku ewlehiyê misoger bikin û serweriya dewletê bisepînin."

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê diyar kir ku armanca vê yekê misogerkirina vegera ewle û bilez a şêniyan a malên wan û “destpêkirina vegera saziyên dewletê ye.”

Ev biryar piştî wê yekê tê ku çend roj in li herêmên rojhilatê Helebê, Sûriyeyê li Dêr Hafirê amadehiya şer dikir û bajar û baregehên HSDyê topbaran dikir.

HSDyê ragihandibû ku dronên Tirkiyeyê jî piştgiriyê didin hêzên Şamê.

Peymana 10ê Adara 2025an ku Mezlûm Ebdî amaje pê dike, di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatibû îmzekirin û armanca wê tevlîkirina hêzên HSDyê ya di nav sîstema parastinê ya Sûriyeyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst