Hejmara berbijêrên yekeyên rêveberî yên encûmenên parêzgeh, bajar, bajarok û şaresariyan, gihiştiye 59 hezar û 498 berbijêrî / Wêne: Arşîv
Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e roja Yekşemê, hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê birêve diçin.
Li Sûriyê biryar e roja Yekşemê 18ê Îlona 2022yan demjimêr 07:00ê sibehê, hilbijartinên encûmenên rêveberî yên xwecihî li parêzgehên wî welatî birêve diçin, û demjimêr 19:00ê êvarê bidawî dibin.
Li gorî zanyariyên Komîteya Dadwerî ya Bilind a Hilbijartinan, 7348 nvendên hilbijartinê hene, bi zêdebûna 1200 navendê ji hilbijartinên sala 2018m.
Hejmara berbijêrên yekeyên rêveberî yên encûmenên parêzgeh, bajar, bajarok û şaresariyan, gihiştiye 59 hezar û 498 berbijêrî, rikaberiyê li ser 19 hezar û 86 kursiyan dikin.
Komîteya Dadwerî ya Bilind, dikare dema hilbijartinan heta 5 demjimêran dirêjtir bike.
Li Sûriyê 1470 yekeyên rêveberî hene, li ser 14 parêzgehan, û 158 bajar, û 572 bajarok û 726 şaredariyan, têne dabeşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse