Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Sûriyeyê ragihand ku di encama êrişa şervanan de 3 leşkerên wê hatine kuştin.
Li aliyê din, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hikûmeta Sûriyeyê bi binpêkirina agirbestê û êrişkirina ser girtîgeheke DAIŞê tohmetbar dike.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê belav kir ku di encama du êrişan de 3 leşkerên artêşê hatine kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûne.
Artêşa Sûriyeyê bêyî ku cihê êrişan eşkerebike got, “Hinek komên terorîst hewl didin rê li ber bicihkirina rêkeftina agirbestê bigirin.”
Li hemberî vê, HSDyê di daxuyaniyekê de hêzên hikûmeta Sûriyeyê tohmetbar kir ku tevî ragihandina agirbestê, li çend deverên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê êrişî sengerên şervanan kiriye.
Derbarê rewşa meydanî de, Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêvebiriya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re got, “Artêşa Sûriyeyê êrişî girtîgeheke DAIŞê ya li bajarê Reqayê kiriye û niha şer û pevçûn li dordora girtîgehê didomin.”
Şêxmûs Ehmed derbarê rewşa Kampa Holê de jî ji Rûdawê re got ku malbatên çekdarên DAIŞê li nav kampê alozî derxistine û hewl dane birevin lê belê “hêzên asayîşê yên Rêvebiriya Xweser rê li ber reva wan malbatan girtiye û plana wan pûç kiriye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse