Fermandara HSDyê: Divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bijîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sozdar Hacî HSD Sûriye Şam Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJyê Sozdar Hacî ragihand ku divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bijîn.

Endama Fermandariya Giştî ya HSD û YPJyê Sozdar Hacî ji ANFyêr e axivî.

Sozdarê diyar kir ku divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bijîn.

Fermandar Sozdarê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Hevpeymana 1ê Nîsanê ji aliyê Şamê ve hatiye binpêkirin û got:

"1ê Nîsanê ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hevpeymanek hat îmzekirin û ji her kesî re hat ragihandin ku hêzên HSD û şervanên ku ji derveyî her du taxan wekî teqwiye çûbûn wir ji her du taxan vekişin.

Ev yek hat kirin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina her du taxan erka xwe li wir berdewam kirin.

Heta ji aliyê wan ve ji me re hat gotin ku ‘Hûn dikarin heta 2 hezar û 500 kesî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava bikin da ku alîkariya me bikin.’

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê xwe ji bo wê jî amade dikir lê ev hevpeyman jî hat binpêkirin."

"Hilbijartin hemû pêkhateyan li xwe nagire"

Sozdarê di berdewamiya axaftina xwe de anî zimên ku hilbijartinên ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatine lidarxistin hemû pêkhateyan li xwe nagire û got:

"Niyeta me ew bû ku her kes tê de amade bibe û destûrek were avakirin lê belê du rojan piştî hevpeymanê destûra xwe ragihandin.

Di wê destûra ku hatiye ragihandin de xalek jî ji hevpeymana ku li pêşiya tevahiya cîhanê îmze kiribûn, tunebû. Ev ne demokratîkbûn e.

Her wiha dihat gotin ku dê parlamentoyek ango meclîseke Sûriyeyê ya ku her kes bikaribe xwe tê de temsîl bike were avakirin lê belê ew jî nehat kirin.

Hilbijartinên ku dê bihata lidarxistin diviya hilbijartinên niştimanî bûna û her kesî cihê xwe tê de girtiba, lê belê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê jê hatin derxistin û di nava xwe de hilbijartineke wekî şanoyê lidarxistin.

Ji bo wê ew wekî hilbijartinê nayê pênasekirin."

"Derxistina biryara efûyê û qirkirina pêkhateyan"

Endama Fermandariya HSDyê her wiha eşkere kir ku hikûmeta HTŞyê piştî ku biryara efûyê derxist, li ser pêkhateyên Sûriyeyê qirkirin pêk anî û ev yek anîn zimên:

"Di heman demên çêkirina destûrê, lidarxistina hilbijartinan û derxistina biryara efûyê de li ser herêmên berava Sûriyeyê û li ser Elewiyan, bi taybet di bin navê bermahiyên rejîma Beasê de qirkirinek hat pêkanîn.

Ev bûyer ne bûyereke qanûnî ye. Kesê ku ceza dixwaze divabû li dadgehan bihata darizandin lê belê bi hezaran însan li pêş çavên dayîk, bav û malbatên wan hatin qirkirin.

Ti eleqeya van yekan bi Îslamê, baweriyan û qanûnan re tune ye û nemirovî ne.

Di meha tebaxê de li Siwêdayê jî heman bûyer pêk hatin.

Hemû ev bûyerên ku me anîne zimên çend rojan piştî hevpeymanên ku hatin îmzekirin, pêk hatin."

"HSD li hemberî pergalên nedemokratîk têdikoşe"

Sozdarê diyar kir ku diviya beriya destûr bihata derxistin nêrîna Rêveberiya Xweser li ber çavan bihata girtin û got:

"Rastiyeke HSDyê heye ku li hemberî zilm, zordestî û pergalên nedemokratîk têdikoşe û şer dike lê belê wekî din bûyerên ku rû dane di felsefeya me ya jiyanî û fikra me de cih nagirin.

Di destûra ku hatiye îlankirin de ne şert bû nêrîna HSDyê bihata girtin lê belê aliyê ku diviya nêrîna wê hatiba girtin Rêveberiya Xweser bû.

Ji ber ku ev zêdetirî 10 salan e tecrûbeya xwe ya birêvebirinê heye, destûra xwe heye û hemû pêkhateyên herêmê girêdayî wê destûrê dijîn û ew erê kirine.

Ango hatiye pejirandin. Ji ber ku ev hevpeymana civakî bi hemû pêkhateyan re hatiye nîqaşkirin û wisa hatiye avakirin."

"Êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê"

Endama Fermandariya Giştî ya HSDyê di dewama axaftina xwe de behsa Hevpeymana 1ê Nîsanê ya ku ev du car in tê binpêkirin jî kir û got:

"Yek ji bendên girîng ên hevpeymanê vegera koçberan a bi awayekî ewle û azad bû.

Me gelek caran anî zimên û hemû pêkhate rastî bûyerên biêş û qirkirinê hatin.

Ji bo pêkhateya Xiristiyanan jî, li dijî Dêra Marilays ku li paytexta Sûriyeyê Şamê ye, teqînek pêk hat.

Her wiha piştî Hevpeymana 1ê Nîsanê du caran endamên HTŞyê li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê êriş pêk anîn û ya herî dawiyê jî çend rojan beriya niha bû.

Eger ev rast werin nirxandin, ev tê wateya fetisandina îradeyekê.

Divê têkildarî vegerê careke din bûyerên revandin, girtin û bêrûmetkirinê pêk neyên. Ji ber ku ev bûyer dubare bûn, ev nabe veger.

Heta niha ji aliyê hêzên derve ve bi dehan cih li herêmên dagirkirî hatine çêkirin.

Ev dagirkerî ye. Divê xaka Sûriyeyê ji gelên Sûriyeyê re be û xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Vegera herî biewle xwebirêvebirin, xweparastin, xwetemsîlkirin û jiyîna bi nasnameya xwe ye.

Gelê me vê yekê dizane. Ev der axa me ye, em dê lê vegerin. Li herêmên me jî heman tişt heye.

Kîjan gel ji kîjan bajarî be, eger destê wan di kiryar û xwîna zarokên gel de tune be, dikare vegere mal û warên xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst