Şam: Gotegotên rûxîna hikûmetê propagandaya Îsraîlê ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şam Sûriye HSD Elewiyên Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa îdiayên rûdanên neasayî yên li Şamê red kirin û got, "Propagandaya rêxistinkirî ji torên civakî yên Îsraîlî dest pê kiriye."

Hemze Mistefa, bersiva wan pirsan da ku li ser torên civakî derbarê îhtimala rûxîna hikûmeta Ehmed Şer a dawiya sala 2025an de hatine belavkirin.

Hemze Mistefa got, "Tiştê ku ev çend meh in bi sernavê rûxîna hikûmeta Şer a dawiya salê tê belavkirin, beşek e ji propagandayeke rêxistinkirî ku ji hesabên Îsraîlî dest pê kiriye.

Metirsiya van gotegotan di wê yekê de ye ku pêwendiya wan bi rewşa derûnî ya Sûriyeyiyan ve heye ku dilgiranî jiyana xwe ya rojane û paşeroja xwe ne, vê yekê kiriye ku ew bangeşe qadeke berfireh a girîngiyê dagir bikin."

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê eşkere kir ku aliyên fermî bi rêya kanalên hikûmetê hebûna her cure rûdaneke neasayî li Şamê red kiriye û dezgehên ragihandinê hatine agahdarkirin ku ew nûçeyên tên belavkirin dûrî rastiyê ne û ti bingehên wan nînin.

Çend roj in rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê ne aram e û li çend bajaran teqe, alozî û xwenîşandan hene.

Bûyerên li beravên Sûriyeyê û xwenîşandanên Elewiyan

28ê mehê, teqînek li mizgefteke Elewiyan a bajarê Himsê yê Sûriyeyê rû da.

Vê bûyerê Elewî dilgiran û hêrs kirin û Serokê Konseya Îslamî ya Elewiyên Sûriye û Derveyî Welat Xezal Xezal banga lidarxistina xwenîşandanan kiribû.

Li ser banga Xezal Xezal Elewiyên parêzgehên Tertûs, Hama, Hims û Laziqiyeye, yên Sûriyeyê bi daxwaza federasyonê xwenîşandan li dar xist.

Di xwenîşandanan de di navbera xwenîşander û hêzên hikûmetê de alozî derketin û li gorî zanyariyan ji ber aloziyan 4 kes mirin û herî kêm 60 kes jî birîndar bûn.

Piştî rûdanan, Lîna Berekata ku Endama Emîndariya Giştî ya Rabîteya Elewiyên Sûriyeyê ye, ji Rûdawê re axivî.

Lînayê got, "Xwenîşandan piştî wê demê hat ku Şêx Xezal Xezal ji bo desthilata Sûriyeyê diyar kiribû ku ew jî di encama wê teqînê de bû ku li Mizgefta Îmam Elî Kurê Ebî Talib a li taxeke piranî Elewî rû da.

Xelk daxwaza mafê xwe dike, hikûmeta defakto bêyî guhdana daxwaza xelkê êrişî wan kir û mixabin hejmarek xelk hatin kuştin û birîndar bûn, herî kêm 8 kes şehîd ketine û hejmareke zêde birîndar jî hene."

Lînayê her wiha got,"Hikûmeta defakto dixwaze hincetekê bibîne ji bo binpêkirinên xwe lewma Elewiyan tohmetbar dike.

Ev salek e binpêkirin li Sûriyeyê berdewam dikin û Elewî jî bi şêwazekî aştiyane daxwaza mafên xwe dikin."

Li aliyê din, Birêvebirê Asayîşa Navxwe ya Laziqiyeyê Emîd Ebdulazîz Ehmed got, "Hêzên me yên ewlehiyê û xwenîşander ji aliyekî nenas ve rûbirûyê teqekirina rasterast bûne, ev jî bûye sedema birîndarbûna sivîl û endamên asayîşê.”

Li aliyê din, 29ê Kanûna Pêşîna 2025an, HSDyê belav kir: "Demjimêr 16:00ê piştî nîvro, çekdarên ser bi hikûmeta Şamê ve bi top û çekên giran êrişî devereke niştecihbûnê ya li nêzîkî Bendava Tişrînê kir û di encamê de 3 şervan birîndar bûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst