Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê got, “Hêzên me nakevin gund û bajarokên Kurdan”
Wezaretê her wiha piştî biryara vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji Kampa Holê ragihand ku ew amade ne kontrola kampê û girtîgehan wergirin.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir
Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku pêşengiya wan têkoşîna li dijî DAIŞê ye û HSDyê bi derxistina kaosê tohmetbar kir.
“Em amade ne wergirin”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêş amade ye Kampa Holê û girtîgehên DAIŞê yên li herêmê bixe bin kontrola xwe û wiha hat gotin:
"Em red dikin ku serkirdayetiya HSDyê dosyeya girtiyan wekî rehîne an kartên bazara siyasî bi kar bîne da ku kaosê derxe û aramiyê têk bide."
Banga bicihanîna peymanê
Wezaretê her wiha daxwaz ji HSDyê kir ku pabendî sozên xwe be û "Rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn bi awayekî lezgîn pêk bîne."
“Hêzên me nakevin bajarokên Kurdan”
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de soz hat dayîn ku artêş nakeve navçeyên Kurdan û wiha hat gotin:
"Em tekezî li ser parastina gelê me yê Kurd û ewlehiya wan dikin.
Em soza xwe nû dikin ku hêzên me nakevin gund û bajarokên Kurdan.
Artêş keleha hemû Sûriyeyiyan e û armanca wê vegerandina aramiyê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse