Li kampên Idlibê koçber ji metirisyên Koronayê tên agahdarkirin

20-03-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye Idlib Koçber Coronavirus Vîrusa Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampên bakurê rojavayê Sûriyê, bi taybetî li navçeyên sînorî yên parêzgeha Idlibê, koçber bi rêya tîmên pizîşkî yên rêxistinek hawarçûnê derbarê Koronayê tên hişyarkirin.

Li gor tîmên pizîşkî, wan bi sedên semînarên hişyariyê ligel koçberan li kampên bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîne.

Ibrahîm Ewed yek ji koçberên li wan kampan dibêje: “Li Simînarê û piştre, birayên pizîşk nîşanên nexweşiyê ji me re şirove kirin. Asankarî bo naskirina nexweşiyê bo me dan zanîn. Herwiha çawa  em ê mameleyê ligel bikin, û çawa endamên malbatê bikaribin xwe jê biparêz in.”

Bi sed hezaran koçber li nav kampên bakurê rojavayê Sûriyê bêyî jêrxana xizmetguzarî û tendirustiyê dijîn. Ji aliyê xwe ve ajansên hawarçûnê derbarê belavbûna Koronayê de hişyariyê didin.

Pizîşkê hişyariya tendirustiyê, Dr. Elî Xezal diyar dike, ku di semînaran de ew xelkê ji metirsiya vîrusa Koronayê agahdar dikin.

Dr. Elî Xezal got: “Em di derbarê vîrusê, nexweşiyê, çawaniya belavbûnê û tedbîrên xweparastinê de axivîn. Me belavok dan xelkê kampê, û me metirsiya vê nexweşiyê ji wan re şirove kir. Em naxwazin wan bitirsînin, lê divê bi ciddî li vê nexweşiyê bê nerîn, jiber pêketina wê dijwar e.”

Li Sûriyê, piştî 9 salên şer, piraniya saziyên xizmetguzariyê û navendên tendirustiyê li vî welatî di rewşek xerab de ne.

Li gor çavkaniyên hikûmeta Sûriyê, li wî welatê pişkinîna Koronayê tenê ji bo 103 kesan hatiye kirin ku encama wan pişkinînan jî negatîv bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst