Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ya Rojhilata Navîn Suher Zeqûtê ji Rûdawê ragihand ku Siwêda piştî koçberbûna 192 hezar kesan rûbirûyî qeyraneke kûr a tenduristiyê ye.
Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) eşkere kir ku li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê rewşa mirovî û tenduristiyê xerabtir bûye.
Li gorî daxuyaniyê, piştî pêla tundiyê zêdetirî 192 hezar kesan koçber bûne û parêzgeh rûbirûyî kêmasiyeke tund a tenduristî û xwarinê bûye.
Di heman demê de kêmasiya amûrên bingehîn û qutbûna xizmetguzariyên jiyanî jî heye.
“Zêdetirî 1,500 kesî hatin kuştin”
Berdevka Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ya Rojhilata Navîn Suher Zeqût bû mêhvana Rûdawê û ragihand:
"11ê Tîrmehê li Siwêdayê bûyerên tundiyê dest pê kir, di encamê de zêdetirî 1,500 kesî hatin kuştin û pêwendî bi parêzgehê re qut bû.
Her wiha kêmasiyeke mezin di xwarin û avê de çêbû, kareba qut bû û sîstema bankê bi temamî têk çû."
"Tenê li Siwêdayê 131 hezar koçber hene”
Wê destnîşan kir ku "Di encama vê yekê de, zêdetirî 192 hezar Sûriyeyî ji parêzgeha Siwêdayê koçber bûne” û biland:
"Tenê li Siwêdayê 131 hezar koçber hene ku nêzîkî 58 hezaran ji wan berê xwe daye Derayê, hinek komên biçûk jî çûne gundewarê Şamê.
Piraniya vê hejmarê hîn jî di nava bajarê Siwêdayê de koçber in û ji aliyê malbatan ve tên hewandin.
Her malbatê di navbera sê û çar malbatên koçber de hewandine, vê yekê jî zexteke mezin li ser civakên herêmî yên parêzgehê çêkiriye, bi taybetî di hefteyên ewil ên qeyranê de.
Bijîşkên li Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê hîn jî di şert û mercên gelekî dijwar de dixebitin.
Di destpêkê de herikîna birîndaran zêde bû ku ev yek şiyana kadroyên bijîşkî û her wiha çavkaniyên bijîşkî yên berdest ji bo bersivdana rewşên awarte westand.
Komîteya Navneteweyî ji destpêkê ve kelûpelên jiyanî gihandine bajarê Siwêdayê û her wiha Nexweşxaneya Niştimanî ya Derayê.
Em bi hevkariya Wezareta Tenduristiyê û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê re dixebitin û em piştgiriyê didin navenda Heyva Sor a li Siwêdayê û navenda sereke.
Her wiha Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê ku nexweşxaneya herî mezin a herêmê ye, hîn jî bersiva rewşên birîndaran dide û hinek birîndarên bûyerên tundûtûjiyê yên nîvê tîrmehê heta niha jî tê de tên dermankirin."
“Rewşa li Siwêdayê hîn jî krîtîk e”
Wê li ser rewşa mirovî ya li bajarê Durziyan (Siwêda) ev agahî dan:
“Tevî destpêkirina herikîna alîkariyên mirovî bi jî rewşa li Siwêdayê hîn jî krîtîk e.
Kêmasiyeke mezin di kelûpelên bijîşkî, xwarin, av û elektrîkê de heye.
Tîma me tenê sê caran şiya bikeve Siwêdayê û yek ji cihên sereke yên ku me serdana wan kir nexweşxane bûn.”
“Hinek bijîşk di şert û mercên pir xeternak de dixebitîn”
Suher Zeqûtê teqezî li ser girîngiya parastina kadroyên bijîşkî û dezgehên tenduristiyê kir û got:
"Komîteya Navneteweyî banga parastina sivîlan li Siwêda û Derayê ji kiryarên tundûtûjiyê kir, bi taybetî kadroyên bijîşkî û dezgehên tenduristiyê yên ku rastî êrîşan hatine.
Hinek bijîşk di şert û mercên pir xeternak de dixebitîn, tevî gefên rasterast li ser jiyana wan.
Yek ji xebatkarên Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê ji me re axivî û got ku wê zarokên xwe hembêz dikirin da ku wan ji tirsê biparêze lê heta piştî bidawîbûna bûyerên tundûtûjiyê jî zarokên wê ji ber tirsê nikarin ji odeyekê derbasî odeyeke din a malê bibin.
Tîmên me av ji nexweşxaneyê re jî peyda kirin, û pêşî li peydakirina pakêtên xwarinê û avê ji bo Nexweşxaneya Siwêdayê û Nexweşxaneya Derayê hat dayîn da ku bijîşk û nexweş karibin xwarin û avê bi dest bixin.
Her wiha me karî alîkariyên wekî pakêtên xwarinê û depoyên avê bigihînin koçberan.”
Li gorî agahiyên ku wê dane, Komîteya Navneteweyî li deverên cuda yên wekî bakurrojhilatê Sûriyeyê, li Hisîça, Reqa û Qamişloyê,bernameyan pêk tîne.
16ê Tebaxa 2025an bi sedan kesan li navenda bajarê Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê di bin dirûşma "Mafê Çarenûsê" de xwenîşandan kirin û kiryarên tundiyê yên xwînrêj şermezar kirin ku meha borî li Siwêdayê qewimîn û di encamê de zêdetirî 1600 kesî hatin kuştin.
Xwepêşanderan alayên Durziyan û hinek alayên hildan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse