Li Siwêdayê alozî: Çekdaran bi ser parêzgariyê de girt

22-05-2025
RÛDAW
Nîşan Siwêda Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyeyê çekdaran êrişî parêzgar kir û di encamê de girjî û alozî derketin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ciwanekî ji gundê Zibînê yê Siwêdayê ji bo berdana girtiyekî, bi ser ofîsa Parêzgeha Siwêdayê Mistefa Bekûr de girtiye û çek lê kişandiye.

Ew ciwanê ku hatiye girtin jî bi diziya otomobîlan a ji Şamê tê tohmetbarkirin.

SOHRê da zanîn ku serkirdeyên xwecihî yên Siwêdayê ketine navberê da ku êrişên li ser parêzgar bi dawî bînin û 2 girtiyên ji gundê Zîbînê serbest berdin.

Ev bûyer di rewşeke aloz a ewlehiyê de li parêzgeha Siwêdayê çêbûye.

Li bajarê Siwêdayê ku bi piranî Durzî lê dijîn, di van demên dawî de di navbera Durziyan hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê de carinan şer û pevçûnên dijwar derdikevin û hîn jî Durzî ditirsin komên çekdar êrişî wan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst