SNHR: Li Siwêdayê 558 mirin hatine belgekirin

22-07-2025
Nîşan Siwêda Mirin Belge SNHR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku li Siwêdayê heta niha 558 mirin hatine belgekirin.

Li gorî daxuyaniya Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ya ku li Sûriyeyê binpêkirinên mafên sivîlan belge dike, di pevçûnên li Siwêdayê yên di navbera 13-20ê Tîrmehê de hejmara kesên ku mirina wan hatiye belgekirin derketiye 558an.

Di nav kesên ku canê xwe ji dest daye de 11 zarok, 17 jin, 6 xebatkarên tenduristiyê û 2 xebatkarên medyayê hene.

Tora Mafên Mirovan her wiha da zanîn ku zêdetirî 783 kesan jî birîndar bûne.

SNHR berê ragihandibû ku di pevçûnên navbera 13-18ê Tîrmehê yên li Siwêdayê de herî kêm 321 kes mirine ku 6 ji wan zarok û 9 jî jin bûne û her wiha zêdetirî 436 kesan jî birîndar bûne.

SOHR: 1265 kuştî hene

Li hêla din, li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî li Siwêdayê herî kêm 1265 kes hatine kuştin.

Pevçûnên li Siwêdayê

Li Siwêdayê 13ê Tîrmehê di navbera Erebên Bedewî û hinek komên Durzî de pevçûnên çekdarî derketin.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên ku çûn bajêr jî tevlî şer bûn.

Artêşa Îsraîlê 16ê Tîrmehê li Şamê êrişî avahiya Serokkomariya Sûriyeyê, Sererkaniya Giştî û Wezareta Parastinê kir.

Pişt re hêzên Şamê ji Siwêdayê vekişiyan lê bi hezaran çekdarên eşîran ji derve ji bo piştgiriya Erebên Bedewî çûn herêmê.

Birêvebiriya Sûriyeyê 19ê Tîrmehê careke din hêzên ewlehiyê li Siwêdayê bi cih kirin û derketina çekdarên Bedewî û eşîran ji bajêr misoger kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst