Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li bajarê Helebê xaleke wan a kontrolê ya hevbeş rastî êrişeke çekdarî hatiye.
Di encama êrişê de 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
"Komên Wezareta Parastinê êriş kir"
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li Çerxerêya Şîhanê êrişî benda kontrolê ya hevbeş kiriye.
2 birîndar hene
Benda kontrolê, xaleke hevbeş a Hêzên Ewlehiya Navxwe û hêzên hikûmeta veguhêz bû.
Hat ragihandin ku di êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse