Pedersen û Lavrov rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

23-07-2021
RÛDAW
Nîşan Rûsya Sergey Lavrov Netewên Yekbûyî Geir Pedersen Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandiyê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê civiyan û rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.

Di wê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hêvî kir, ku gereke nû ya civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê, li Cinêvê were lidarxistin.

Sergey Lavrov herwiha daxwaz kir, biryara 2585 a Encûmena Asayîşa Navdewletî ya taybet bi dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovî bo nav Sûriyê, wek xwe bê cîbicîkirin.

Lavrov got: “Biryar bi zelalî dibêje divê alîkariyên mirovî bi rêya hêlan ve bên gihandin, û di heman biryarê de projeyên taybet bi armanca vegerandina elektrîkê, dabînkirina avê, dezgeha tenduristî, dibistanê peyda dike.”

Wî derbarê biryarnameya derbarê nexşerê de ku sala 2015 hatibû pejirandin, diyar kir, “Ji bilî vê yekê peywirek pir zelal heye ji bo 2254 ji bo sekreterê giştî ne tenê ji bo ku hemû wan tiştan bike lê bi rêkûpêk ragihîne ka çawa ev projana têne bicîhkirin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir ku seredana Pedersen “firsendek başe ji bo pevguhertina nirxandinan, nêrînan, û dîtina riya pêş”, nemaze ku civîna bê ya Komîteya Destûrî dê zû were sazkirin.

Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen jî got, ku ji bo proseya çareseriya siyasî li Sûriyê, divê lihevtêgihiştineke di warê mirovî de çê bibe, û Rûsya jî piştgiriya karê wî bike.

Geir Pedersen tekezî li ser girîngiya biryarnameya di warê alîkariyên mirovî de kir, lê tekez kir, ku “nabe ew biryaname pêwîstiya pêşdebirina çareseriyek siyasî bixe bin siya xwe.”

Pedersen ji Lavrov re got, “Çawa ku min di roja pejirandina vê biryarnameyê de got, ez hêvî dikim ku têgihiştina hevbeş a ku me di derbarê pirsgirêkên mirovatî de kirî, dikare bibe sedema yekîtiyeke bêtir, dema dor tê ser pirsgirêkên siyasî.”

Wî got. “Ji ber ku divê em piştrast bin ku em ne tenê em pirsgirêkên mirovî didin ber lêpirsînê, di heman demê de behsa hemû pirsgirêkan jî tê kirin.”

Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê herwiha pêşniyar kir ku hemû aliyên peywendîdar bi krîza Sûriyê li hev bicivin û derbarê “tiştên ku em dikarin bînin ser maseyê gotûbêj bikin”, di nav de mijarên wek baştirkirina rewşa aborî û yekparçeyiya Sûriyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst