Hewlêr (Rûdaw) - Karguzarê Demkî yê Balyozxaneya Komara Îraqê ya Şamê ragihand ku dê îşev şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê serdana Bexdaya paytexta Îraqê bike.
Karguzarê Demkî yê Balyozxaneya Îraqê ya Şamê Yasîn Şerîf Hucêmî Rûdawê re ragihand ku dê şandeya Sûriyeyê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Rewşên Lezgîn ê wî welatî Munîr Mistefa be.
Wî berpirsê Îraqî da zanîn ku armanca serdanê "spaskirina hikûmeta Îraqê ye ji ber hewlên tîmên berevaniya sivîl ên Îraqê di vemirandina agirên li herêmên beravên Sûriyeyê de û her wiha gihandina silavên hikûmeta Sûriyeyê ji bo hevtayê xwe yê Îraqî re ye."
Civîna hevbeş a bi Şemerî re
Derbarê bernameya serdana şandeya Sûriyeyê de ku dê "sê rojan" dewam bike, li gorî gotina Hucêmî, dê çend civînên dualî di navbera Alîkarê Wezîrê Rewşên Lezgîn ê Sûriyeyê û Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdul-Emîr Şemerî û Burokarê Wezareta Navxwe bo Karûbarên Ewlehiya Federal Simko Nazim Emîn de bên lidarxistin.
Her wiha tê plankirin şandeya Sûriyeyê serdana Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Sivîl a Îraqê bike, bi mebesta agahdarbûna ji şareza û ezmûna Îraqê ya di warê agirvemirandinê de û her wiha dîtina amûr, kelûpel û otomobîlên ku di rêveberiyê de tên bikaranîn.
Li ser vê bingehê jî, dê gotûbêj li ser rêyên hevkariya dualî ji bo planên paşerojê yên di warên pêwendîdar de bên kirin.
Li ser qebareya piştevaniya ku Îraqê di dema şewatan de pêşkêşî Sûriyeyê kiriye, Karguzarê Demkî yê Balyozxaneya Îraqê eşkere kir ku welatê wî bi 22 agirkujên avê yên nû yên modela 2025an, 20 otomobîlên pîkap ên ser bi polîsê federal û 100 efser û karmendên agirvemirandinê beşdar bûye.
Şewatên beravên Sûriyeyê
Di nava meha Tîrmeha borî de, Îraqê 20 tîmên agirvemirandinê şandibûn Sûriyeyê ji bo beşdarbûna di vemirandina wî agirî de ku wê demê li daristanên parêzgeha Laziqiyê ya li rojavayê wî welatî derketibû.
Wê demê, Rêkxerê Ragihandinê yê Birêvebiriya Parastina Sivîl a Îraqê Newas Sebah Şakir, ji Rûdawê re ragihandibû ku ew tîm ji parêzgeha Enbarê şandine Sûriyeyê.
Di destpêka meha Tebaxa îsal de, parêzgeha Laziqiyê rûbirûyê zincîreyek agirên berfireh bûbû ku daristan û mêrgên çendîn deverên cuda girtibû, yên herî berçav Keseb, Çiyayê Kurdan û Heffê bûn. Agir ziyaneke mezin gihandibû herêmê.
17ê Tebaxa îsal, Wezîrê Rewşên Lezgîn ê Sûriyeyê Raîd Salih, ragihandibû ku agirê daristanên li gundewarên Laziqiye û Hemaya rojava hatiye kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse