ÎDLIB - Şerê li dijî cîhadiyên Fransiz rawestiya

23-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îdlib Fransiz Sûriye Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi navbeynkariya fermandarên Partiya Îslamî ya Tirkistanê û çekdarên Ozbek, şer û pevçûnên li derdora Kampa Fransizan a li nêzîkî bajarê Harimê yê li bakurê Îdlibê hatine rawestandin û çekên giran ji herêmê hatine vekişandin.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di lihevkirinê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku dosyeyên li nav kampê ji dadgehê re bên şandin.

Her wiha navbeynkarên ji Partiya Îslamî ya Tirkistanê û Ozbekan hatine erkdarkirin ku çarenivîsa Omer Diyabî yê bi nasnavê "Omsen" ku fermandarê Lîwaya Biyaniyan a Fransizan e, li gel hejmarek fermandarên din ên Fransiz bişopînin.

Ev lihevkirin piştî wan aloziyan pêk hat ku rojên sêşem û çarşemê di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û çekdarên Lîwaya Biyaniyan de derketibûn.

Şer û pevçûn piştî hewldana hêzên ewlehiyê ya ji bo kontrolkirina kampê, girtina Omer Diyabî û radestkirina wî ya Fransayê dest pê kiribû.

Ji bo rawestandina şer û rêgirtina li aloziyan, çekdarên Ozbek û fermandarên Partiya Îslamî ya Tirkistanê navbeynkarî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst