Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl got, “HSD û Şam naxwazin şer bikin.”
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl mijarên li rojevê ji Rûdawê re nirxandin.
Ebdulwehab Xelîl ragihand ku MSD piştgiriyê dide dan û standinên bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re lê li hemberî wan hikûmet bi awayekî hêdî tevdigere û bersivê nade.
Wî her wiha diyar kir ku guvaş û midaxeleyên derve, bi taybetî jî yên Tirkiyeyê bandoreke neyînî li pêvajoyê dikin.
Ebdulwehab Xelîl da zanîn ku ofîsa wan li Şamê heye û ew bi awayekî berdewam bi aliyên siyasî û kesayetên serbixwe re di nav danûstandinan de ne.
"Komîte amade ne lê hikûmet ne amade ye"
Wî derbarê Peymana 10ê Adarê got ku MSD piştgiriyê dide pêvajoyê û ji bo wê amade ye lê aliyê hikûmetê bi giranî tevdigere û biland:
“Em piştgiriyê didin dan û standinan. Komîte bo dan û standinan amade ne lê hikûmet ne amade ye."
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) eşkere kir ku midaxeleyên derve, bi taybetî jî yên Tirkiyeyê bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dikin û got:
"Peymana 10ê Adarê ji ber guvaşa Tirkiyeyê dereng hat ragihandin. Pêwîst e dan û standin Sûriyeyî-Sûriyeyî be û midaxele neyê kirin."
Ebdulwehab bi bîr anî ku ew ne alîgirên cudabûnê ne û daxuyand, “Her du alî teqeziyê li ser yekperçeyiya Sûriyê dikin."
Wî destnîşan kir ku hikûmeta Şamê behsa nenavendîbûna îdarî ya li gorî yasaya bi hejmar 107an dike lê ya ku ew dixwazin sîstemeke nenavendî ya siyasî ye ku hemû pêkhate tê de xwedî maf bin û beşdarî biryaran bibin.
"HSD naxwaze şer bike"
Ebdulwehab Xelîl diyar kir ku heta niha gelek komên çekdar li derveyî artêşa Sûriyeyê mane û anî zimên ku "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şam naxwazin şer bikin."
Wî da zanîn ku ew amade ne bibin beşek ji artêşeke niştimanî ya nû lê divê ev yek bi rêya dan û standinan û li ser bingeheke ku mafên hemûyan biparêze pêk were.
#VÎDEO - Ebdulwehab Xelîl: HSD û Şam naxwazin şer bikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 20, 2025
🗨️ Ebdulwehab Xelîl: Gelek komên çekdar ên li derveyî artêşa Sûriyeyê hene
🛑 Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl mijarên li rojevê ji Rûdawê re nirxandin#Rojava #Syria pic.twitter.com/SGs2g00DsH
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse