Hewlêr (Rûdaw) - Almanyayê penaberê yekem ê Sûriyeyî dersînor kir û radestî Şamê kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku ji destpêka aloziyên Sûriyeyê yên sala 2011ê ve cara yekem e welatiyekî Sûriyeyî tê dersînorkirin.
Ev pêngav girêdayî siyaseta li hemberî penaxwazên xwedî dosyeyên tawanbariyê ye.
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê da zanîn ku kesê dersînorkirî bi tohmeta tawanan a li Almanyayê hatiye mehkûmkirin.
Ew bi rêya geşteke sivîl û di bin çavdêriya polîsên federal ên Almanyayê de hatiye veguhastin.
Îro serê sibehê li Şamê radestî desthilatdarên Sûriyeyê hatiye kirin.
Li gorî rojnameya Bildê ya Almanyayê, kesê dersînorkirî sala 1988an ji dayîk bûye.
Ev çend sal bûn li Almanyayê dima û piştî ku bi tohmeta diziyê hatibû darizandin li eyaleta North Rhine-Westphaliayê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, meha Tîrmehê niyeta xwe ya destpêkirina dersînorkirina Sûriyeyiyên xwedî dosyeyên tawanbariyê ragihandibû.
Ev pêngava Almanyayê piştî wê yekê tê ku di salên dawî de Awisturya wekî welatê yekem ê Yekîtiya Ewropayê pêngaveke bi vî rengî avêtibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse